Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan bi hevkariya li gel girûopa jinên ji zîndanên Esed rizgar bûne, pêşengeheke taybet bi wêneyên girtiyên di zîndanên Esed de li zanîngeha Helebê a Azad li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê lidar xist.
Û di pêşangehê de hejmareke mezin ji wêneyên ku bidizî ji zîndanên rijêma Esed derketine û ew wêne li ser dîwarên pêşangehê hatin daliqandin, û ew tev jî wêneyên kesên ku ji ber operasyonên îşkencekirinê canê xwe jidest dane, girtiyên ku bi rengekî hovane ji aliyê endamên ewlekariyê ve hatibûn îşkencekirin.
Û di pêşangehê de Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî û hejmarek mezin ji yasnasan, mafnasan, akadîmiyên sûrî û xwendekar û welatiyên serdana pêşangehê kirine amade bûn.
Û Serokê Desteyê Yasir Elferhan û hejmarek ji jinên rizgarbûyî rewşa xwediyên hin wêneyên di pêşangehê de û şêweyên îşkencekirinê yên hovane dermafê wan pêk hatine şirove kirinm, û tekez kirin ku karê ji bo wan girtiyan ji her tiştî pêşindetir e.
Û Serokê Hevbendiyê gotarek bi vê boneyê pêşkêş kir, û têde tekezî li ser giringiya doseya girtiyan kir, û diyar kir ku ev doseya weke karekî pêşinde ye li bal Hevbendiya Nişytimanî û di hemû hevdîtinên hevbendiyê de, û ew di çi civat an hevdîtinên navdewletê de amade ye, û got ku em ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa windayan hemû karînên xwe bikar tînin.
Û Elherîrî tekez kir ku tewana Esed gihiştiye tevaya pêkhat û beşên gelê sûriyê ji werzişvanan ta hunermendan, û tevaya cihêrengên civaka sûrî û tevaya ol û mezheban, û amûrên ewlekariyê yên va rijêma tewanbar hîn di tewanên xwe de û di girtinên kotekî û îşkencekirinê di girtîgeh û zîndanan de berdewam in, û Elherîrî cextî li ser pêwîstiya ku divê doza girtiyên sûrî di dilê her sûriyekî de zindî be û di her xwapêşandanekê, hevdîtinekê û civînekê de amade be kir, taku tevaya girtiyên jin û mêr ji zîndanên va rijêma tewanbar û ji zîndanên milîsên teroristî û cudaxwaz de rizgar bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî