Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi dirêjiya rojên çarşem û pêncşemê bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmisilt li dar xist, û têde behsa bijardeyên hêzên şoreş û rikberiya Sûrî di rûbirûbûna normalkirina têkliylên erebî li gel rijêma Esed, û mijara rewşa sûriyên li Libnanê û radestkirina wan bo rijêmê, kir.
Û amadebûyan li raporên kar ên ofîs û rêvebirî û komîteyan û rewşa meydanî li deverên rizgarkirî, her weha li rapora karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî bo çakkirina debara jiyanê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li wan devera guhdarî kir.
Û derbarê salvegera yanzdemîn ya komkujiya Elholê li Humsê ya ku hêzên rijêmê bi çekên spî pêk anîne, û di encamê de bi dehan bûne qurbanî, jin û zarok jî di nav de hebûn, û Desteya Siyasî tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e sistî di dadpirsîna tawankarên cengê de çênebe, weke beşekî bingehîn ji cîbicîkirina biryarên navdewletî derbarê pirsa Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 e.
Û Amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya peywendiyên navdewletî ji bo rêgirtina li pêş her hewildanekê bo biserxistina rijêma Esed û reva wê ji biryarên navdewletî kirin, û cext kirin ku ew dest ji mafê qurbaniyên gelê Sûriyê û têkoşîna wan a ji bo pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê bernadin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî