Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Amadebûna Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde û Cîgirên Serok û endamên Desteya Siyasî li dar xist, û têde behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û pêşketnên herêmî û navdewletî û bandorên wan bûyeran li ser doseya Sûriyê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, şiroveyek li ser karên hefteya derbasbûyî pêşkêş kir, û têde giringî da gera meydanî li deverên rizgarkirî û beşdariya di ahengên bîranîna vêketina şoreşa Sûriyê de, û hevdîtinên li gel çalakvaniyên sivîl û leşkerî û tekez kir ku tevaya xelkê hêvîdar in ku xwastekên şoreşa Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin.
Û amadebûyan bûyerên gera Heftemîn ya Komîteya Destûrî ya li Cinêva Siwêsira li dar dikeve gengeşe kirin, di dema ku Desteya Siyasî encamên wê bi awayekî rojane di riya civînên ji dûrve re li gel nûnerên Hevbendiya Niştimanî di Komîteya Destûrî de dişopîne.
Û di vî warî de Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, careke dî tekez kir ku ew pirojeya Şanderê Navdewletê Geir Otto Pedersen ya bi navê “Gav bi Gavê” ret dikin, û cextî li ser pêgiriya Desteya Siyasî bi biryara navdewletî 2254 û tevaya sepetên wê kir, û ku çênabe pirosesa siyasî tevî di Komîteya Destûrî de bihêlin.
Û amadebûyan pêşketinên dijminkariya Rûsiya li ser Okranya şopandin, û careka dî tekezî li ser helwesta Hevbendiya Niştimanî ya neguhêr ya piştgiriya gelê Okranya dijî amûra kuştinê ya Rûsî ya ku heman tawan li Sûriyê pêk aniye kirin.
Û amadebûyan behsa rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê kirin, û tekezî li ser karê bi lez li gel aliyê Tirkî kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên sûriyan yên ku vê dawiyê derketine, yên derbarê qeydkirin û piştrastkirina edrêsên bicihbûnê, ji ber ku tekeznekirina edrêsan bûye sedema rawestandina nasnameyên demkî yên hejmarek mezin ji sûriyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî