Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, bi dirêjiya rojên çarşem û pêncşemê, civîna xwe ya rolane li dar xist, û pêşhatên dawî yên rewşa meydanî û siyasî gotûbêj kirin, û li raportên karê Ofîs û Rêvebirî û Komîteyan guhdarî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî kurte-şiroveyek li ser beşdariya xwe di “Foruma Siyaset û Asoyên Nû di Sedsala Bîst û Yekem de” yaku ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê ve hatibû lidarxistin û Serokê Komara Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan têde amade bibû, pêşkêş kir, û li ser serdana xwe ya Bursayê ji bo beşdarbûna di rêûresmên cenazeyên endamên malbata Sûrî yên ku di şewata malê de jiyana xwe ji dest dane, axivî.
Û Cîgirê Serok Ebdulehad Istêfo, şiroveyek derbarê hevdîtina ku bi aliyên Swêdî re pêk anîbû pêşkêş kir, û têde xweşhaliya Hevbendiya Niştimanî bi helwesta nû ya Swêdê derbarê qedexekirina çalakiyên rêxistina PKKe ya terorîst anî ziman, û tekezî li ser giringiya pêşxistina peywendiyan di navbera Hevbendiya Niştimanî û Swêdê de kir.
Û behsa hevdîtina xwe ya li gel Şêwirmendê Siyasî di Wezareta Derve ya Fransa de û amadekariyên berdewam ji bo lidarxistina civênekê bi nûnerên dewletên dost û birayên gelê Sûriyê re kir.
Û Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar behsa civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li gel Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê Ethan Goldrich, ya ku têde proseya siyasî û rewşa bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê gotûbêj kirine, kir.
Û Cîgira Serok Ruba Hebûş komxebatên ku di heyama dawî de ji aliyê Desteya Jinê ya Sûrî ve hatibûn lidarxistin berçav kirin.
Û Amadebûyan li raporta meydanî ya Komîteya Pêwendiyên Leşkerî, her weha li xwendineke siyasî ya ku ji aliyê Hevrêzkarê Komîteya Şêwirmendiya Stratejîk Ehmed Tumê ve hat pêşkêşkirin, û têde li ser civîna Asîtana ya dahatî yaku dê di demek nêzîk de were lidarxistin di dema rawestana rêya Komîteya Destûrî de axivî, guhdarî kirin.
Û Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş û Desteya Ragihandin û Pêwendiyan û Ofîsa Karûbarên Penaberan û Komîteya Cezêrê û Ferat û Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan, raporên karên xwe pêşkêş kirin, û têde plan û çalakiyên ku pê rabûne gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî