Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro roja çarşemê dest bi civînên xwe li bajarê Gaziantebê li Tirkiyê kir, bi beşdariya hikûmeta demî ya Sûrî û nûnerên encumenên xwecihî, û sendîka û deste û rêxistinên civaka sivîl.
Tê zanîn ku serdana şanda bi serokatiya birêz Ebdulrehman Mistafa ya ji bo deverên rizgarkirî li gundewarên rojhilat û rojavayê Helebê û Efrînê duhî bi dawî hat, ku ji bo gotûbêjkirina pêvajoya aramiyê û aktivkirina rêveberiya sivîl ya bi riya hikûmet demkî û encumenên xwecihî.
Sekreterê desteya Siyasî ya Hevbendiyê Riyad El-Hesen diyar kir ku di civînan de dê li ser dawîtirîn pêşhatên siyasî û meydanî rawestin, û bal kişand ku dê rewşa guhertinên nû li devera bakurê Sûriyê piştî pêkanîna peymana Idlibê gotûbêj bikin, û tevlî gengeşekirina çawaniya sûdewergirtina ji vê peymanê ji bo vegerandina karê saziyên sivîl û zêdekirina pêşkêşkirina xizmetgozariyan.
El-Hesen got: “Peymanê li ser rejîma Esed ferz kiriye ku hemû êrîşên xwe yên esmanî li ser navçeyê rawestîne”, û dît ku ev yek “şert û mercên nû peyda kirin, û em hewl didin peymanê wek delîve bibînin ji bo vegerandina jiyana sivîl û aramiyê ji bo berjewendiya kesên sivîl.”
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ligel hikûmeta demî ya Sûrî û encumenên xwecihî hewl didin ji bo peydakirina guherînên bineretî di asta dadweriyê û asayîşê de, tevlî karê ji bo afirandina pêşketinên mezin di projeyê damezrandina artêşeke niştimanî de, û tekez kir ku ev gav dê bargiraniya rewşa mirovî ya li salên borî li ser sivîlên navçeyê sivik bike.
Û bal kişand ku di civînê de, wê şiroveyek li ser pêşketinên Komîteya Makezagonê bê pêşkêşkirin, ya ku yekem civîna wê li paytexta Erebistana Siûdî li Riyadê li hefteya dawî lidar ket, tevlî gotûbêjkirina encamên yekemîn-civîna nûnerên opozisyona sûrî, û hêviyên xwe nîşan dan ji bo destpêkirina karê Komîteya Makezagonê li heyva tê, di bin sponsoriya Netewên Yekbûyî de, li gorî daxuyaniya şanderê navnetewî ya dawiyê di Encumena Ewlekariya Navdewletî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê