Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna endamên desteya giştî û û nerên Hevbendiyê li welatên ereb û dewletên biyanî, herweha şandek ji Encumana Sûrî-Emerîkî bi serokatiya Doktor Zekî Lebabîdî li dar xist.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Dr. Nesir Elherîrî, şiroveyek berfireh derbarê kar û çalakiyên ku ligel hejmarek ji endamên Hevbendiyê li sertaserê hefteya bûrî li deverên rizgarkirî pê rabûye, û beşdariya di komcivîna Êl û Eşîran û ya Xortan û ya Jinê, herweha hevdîtinên ku li gel serokatiyên tabûrên Artêşa Niştimanî ya Sûrî pêkanîne, û beşdariya di mangirtinên dijî şanoya helbijartinên rijêma Esed, pêşkêş kir.
Û beşdaran tekezî li ser nerewabûna helbijartinên rijêmê kirin, ji ber ku ti bingeha wan ya yasayî û ne niştimanî ne jî navdewletî tune ye, û ji civaka navdewletî xwestin ku helwesteke cedî dijî van helbijartinan bistînin, û tekeziyê li ser nerewbûna wan bikin ji ber ku ew berovajî biryarên Encumana Asayişa Navdewletî ne.
Û amadebûyan nameyên spasiyê arasteyî tevaya dewletên ku nerewatiya van helbijartinan ragihandine kirin, ji aliyekî din ve helwestên hin dewletên din ên nameyên pîrozbahiyê ji rijêma tewanbar re şandine, şermezar kirin. û di serî de Rûsiya, ji ber ku ew di tevaya tawanên ku dijî gelê Sûriyê pêk hatine, hevpara rijêmê bû, û ew faktera sereke bû ya ku nehişt civaka navdewletî vê rijêmê ji bo tawanên wê dadgeh û siza bike.
Û desteya siyasî şermezarkrina xwe ya bi xwirtî ji biryara Saziya Tenduristî ya Cîhanî yaku rijêm xistiye encumana xwe ya cîbicîkar de anî ziman, û di bîr anî ku vê rijêmê piraniya nexweşxaneyan û navendên pizîşkî wêran kirine, û biseddan ji kadroyên pizîşkî yên li Sûriyê kar dikirin kuştine, û dît ku ev tiştê çêbûye şermek e, û nîşana nizimbûna rewiştî û exlaqî û gendeliya vê dezgehê û yasayên wê ye, û ji Netewên Yekbûyî û Saziya Tenduristî ya Cîhanî xwest ku vekolînekê derbarê rewabûna vê rêşûnê veke.
Û Doctor Zekî Lebabîdî, yê endam di Encumana Sûrî-Emrîkî de, behsa çareya siyasî û bingehên wê li Sûriyê kir, û tekezî li ser yekkirina bizavên tevaya sûriyan li ser van xalan kir, da bibin hêlên kar ên hevbeş bo tevaya sûriyan, çi yên li welatên biyanî bin yan ên li hundurê welat bin.
Û bal kişand ser ku yekemîn xal di nav van xalan de, dabînkirina aramiya siyasî ye, yak u bi avakirina hikûmeteke veguhêz a bêyî Beşar Esed û derdorên wî dest pê dike, û ya duyem aramiya ewlekarî ye, ji bo dabînkirina jîngeheke hêmin û bêalî, herweha dabînkirina aramiya abûrî ya welat, da wî ji têkçûna tekûz rizgar bike, û dabînkirina dadariya veguhêz e, yaku beşek sereke ye ji çareseriyê, û lêpirsîn û sizakirinê dabîn dike, û ya dawî dabînkirina vegereke ji ber xwe ve û birûmet û hemin ji tevaya sûriyan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî