Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit li dar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî di doseya Sûrî de kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser karên Serokatiyê di hefteya bûrî de pêşkêş kir, û careke din sipasiya Erebistana Siûdî û Misr û Qeterê li ser helwestên wan ên retkirina vegera rijêma Esed bo nav Komkara Erebî kir.
Û li ser biryara ne zelal yaku Yekîtiya Ewropa derbarê hilanîna navê kompaniya “Baskên Şamê” ji lêsteyên sizayan standiye axivî, û dît ku biryar ne li gorî pîvan û nirxên Ewropî û helwestên wê yên ragihandî ye.
Û tekez kir ku Rûsiya di fişarên xwe yên li ser civaka navdewletî derbarê dirêjkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re berdewam e, û cextî li ser pêwîstiya serneçimandinê li pêşiya van fişaran kir, û giringiya ku bizav bibe daku bihêlin Rûsiya pabendiyê bi biryarên navdewletî bike, û doseya mirovahî weke beşekî ji doseya danûstandinê nebînin.
Û Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, li ser hevdîtinên ku Hevbendiya Niştimanî li gel Saziya Sûrî ya Rewşên Awarte û Saziya Nayt Şaymişlan pê rabûye axivî, û tekezî li ser giringiya şopandina pêşketinên girêdayî kampa Elrukban, û tevlêkirina artêşa “Mexawîr Elsewre” bo nav Hevbendiya Niştimanî kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgira Serok Ruba Hebûş şiroveyeke kurt li ser workşopa ku li gel jinên Sûrî di çarçoveya karê Desteya Jinê de bi amadebûna Seroka Desteya Danustandinan li dar xistiye, û têde pêşketinên pirosesa siyasî gengeşe bûne pêşkêş kir, û daxwaza şopandina doza kesên ku li Lîbyayê asê mane kir, bi taybetî jinên di nav wan de.
Û Emîndarê Giştî Dr. Heysem Rehmê kurte-şiroveyek li ser pêşveçûnên karên rêvebirî pêşkêş kir, û li ser hewlên Emîndariya Giştî bo pêkanîna peywendiyan li gel desthilatên Libnanê ji bo çareserkirina diyardeya nijadperestî li dijî penaberên Sûrî û metirsiya ku Hikûmeta Libnanî wan ber bi deverên rejîmê de axivî dersînor bike.
Û Endamê Desteya Siyasî Ehmed Tuhmê, şiroveyek li ser giringtirîn bûyer û pêşketinên siyasî yên navdewletî û herêmî û pêşhatên piroseya siyasî pêşkêş kir, û bal kişand ser mijara dirêjkirina dema biryara Encûmena Ewlekariyê ya derbaskirina alîkariyan di riya xalên sînorî re, û giringiya encamên Lûtkeya Jedê, her weha xala paşxistina gera nehemîn a Komîteya Destûrî.
Û Fraksyona Leşkerî raporeke meydanî li ser pêşketinên helwesta li ser zemînê û amadekariyên berdewam ji bo operasyona Artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê pêşkêş kir.
Û Desteya Siyasî li raporta Ofîsa Revendan derbarê civîna li gel Revenda Sûrî li Emerîka û raporta Komîteya Têkiliyan li gel Saziyên Îslamî û raporta Nivîsgeha Lêkolîn û Belgeyan û ewlekariya avê û ya xwarinê li Sûriyê, her weha li raporta Karê Dezgeha Ragihandin û Pêwendiyan û ya Komîteya Saziyên Civaka Sivîl guhdarî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî