Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser karên Desteya Serokatiyê di hefteya bûrî de pêşkêş kir, û li ser pêwendiyên ku bi malbata xortê ciwan Nayif Nayif re pêkanîne axivî, ew xortê ku di riya tawaneke pîs re li bajarê Stanbolê canê xwe jidest daye, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî di riya Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş re dozê dişopîne.
Û Elmislit encamên pêwendiya giring ya ku li gel Şanderê Birêtanî yê Taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreaves lidar xistiye û têde givaş daye ser redkirina normalkirina pêwendiyan li gel rijêma Esed, her weha parastina mafên penaberên Sûrî û nehêlana ku çi hewldanên vegerandina bi kotekî bo Sûriyê çêbibin, ronî kirin.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya xurtkirina têkliyan li gel dewletên dost û birayên gelê Sûrî û Komkara Erebî kir, û bal kişand ser ku niha amadekarî bo serdana wan dewletan di dema dahatî de çêdibin.
Û Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar li ser hevdîtinên Encumena Niştimanî ya Kurdî li gel Wezareta Derve ya Emrîka axivî, û bal kişand ser ku civînê giringî da binpêkirinên ku milîsên PYD li bakur rojhilatê Sûriyê pêk tînin, û Beşar tekez kir ku hewldanên çalakvanan yên ku li deverên di bin kontirola milîsên PYD de çêdibin, bo hilanîna navê rêxistina PKK ji lîsteyên terorê, nîşan in ku ev rêxistin rêvebiriya wê deverê dike.
Û ji aliyê xwe ve Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş, encamên hevdîtinên ku li gel çalakvan û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl wek Komeleya Destên Sipî li Ezmîr lidar xistine berçav kirin, û got ku wan hevdîtinan giringî dan ser pêwîstiya guhdan û alîkariyê bo derbider û koçberan li bakurê Sûriyê, nemaze yên ku di kampan de dijîn, û kampên ku têde kêmtirîn pêdviyên jiyanê nayên dîtin.
Û Hebûş li ser workşopa ku li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê û bajarê Gazî Entab li Tirkiyê di heman demê de lidar ketiye û Desteya Jinê ya Sûrî rêberiya wê kiriye û derdora 55 jinan lê amade bûne axivî.
Û amadebûyan ketwarê meydanî û leşkerî û berdewamiya rijêma Esed di opirasyonên bombebaranê li ser deverê û sivîlan berçav kirin, û bi hev re behsa hersê teqînên bi hev re li Bab û Ezaz û Efrînê çêbûne kirin.
Û amadebûyan hejmarek ji temînî û pêşniyariyên girêdayî karûbarê xwecihî û herêmî û navdewletî pêşkêş kirin, nemaze şopandina rewşa bizîşkî ya deverên rizgarkirî, û rawestandina piştgiriya avahiyên bizîşkî yên ku xizmetkariya derdora melyon û nîv melyon welatî dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî