Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî lidar xist, û rewşa meydanî û pêşhatên pirosesa siyasî gengeşe kirin.
Û amadebûyan behsa hejmarek ji pêşniyarên xurtkirina pêwendiyan li gel Rêvebiriya Serokê Emrîkî Co Baydin û di serî de berdewamiya kar li ser piştgiriya pirosesa siyasî daku bighînin çareya siyasî li welêt li gor daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên navdewletî 2118 û 2254 kirin, her weha berdewamiya gihandina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran li Sûriyê û piştgiriya hukumdariya civakên xwecihî.
Û endamên Desteya Siyasî li ser tewanên milîsên PYDe li parêzgeha Hesekê axivîn, û tevayan tiştê ku bi serê sivîlan dikin û operasyonên girtinê dermafê mamosteyên ku nerazîbûna xwe derbarê rêbazên hînkirinê yên ku milîsên PYD disepînin anîne ziman şermezar kirin, û xwestin ku piştgiriya milîsên PYD raweste, û tevaya endamên rêxistina PKK ya terrorîst ji xaka sûriyê derkevin.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya gihîştina pirojeyeke niştimanî bo tevaya sûriyan, ku cûrbecûr pêkhatên civaka sûrî têde beşdar bibin kirin, û cextî li ser giringiya diyalogê û xurtkirina beşdariyê ji aliyê tevaya pêkhat û şepêl û partiyên siyasî kirin.
Û amadebûyan encamên xebatên Komîteya Diyaloga Niştimanî derbarê lidarxistina hevdîtina şêwirdariya niştimanî a sêyemîn berçav kirin, û hevrêzkar û endamên komîteyê miqatebûna xwe li ser misogerkirina beşdariyê bi rengekî mezin ji aliyê cûrbecûr reng û pêkhatên gelê sûrî ji hemû deverên Sûriyê tekez kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî