Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî li dar xist, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û amadebûyan behsa zincîra teqînên teroristî yên li deverên rizgarkirî û xebatên ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Polîsên Azad di lêpirsîn û şopandinên ku pê radibin kirin, û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku hîna astengî li pêşiya parastina aramî û ewlehiyê derdikevin, û bal kişand ser bi sedan opirasyonên teroristî yên ku li ser destê Artêşa Niştimanî û Polîsên Azad hatine têkbirin.
Û Elherîrî cext kir ku rêxistinên teroristî ji Sûriyê xilas nabin bêyê gihîştina çareya siyasî ya rasteqîn li seranserî welêt, û got ku rijêma Esed berpisyarê ziyana herî bêhtir giyanên sivîlên sûriyê ye, bi sedema jikarêxistin û astengkirina çareya siyasî û rijdiya li ser rêbaza leşkerî ya xwîndar.
Û Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku rijêm hewlên xwe dike da di riya Rêxistina Daişê re gefê bide ser civaka navdewletî, daku wê deyne pêşiya du bijardeyan, yan Esed an jî Daiş, û bal kişand ser ku her ku rijêm bi guvaşê hest dibe xwe davêje vê berhevkirinê.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Şêwerdariyên Sitratîcîk Ehmed Remedan, li ser livên Îranê yên dawîn li Sûriyê û deverê axivî, û tekez kir ku ketina Îranê di hundir sûriyê de hîna bingeha tewanên li welêt e, û got ku vegera ewlehî û aramiyê bo deverê bi gemkirina Îranê ve girêdayî ye.
Û amadebûyan raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan berçav kirin, û amadekariyên Civatên Desteya Giştî ya dahatî yaku dê di nava hefteya tê de li dar bikerve gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî