Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî lidar xist, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û amadebûyan behsa dijminkariya dagîrkerên Rûsî ya berbanga îro li ser girûpek ji şervanên Artêşa Niştimanî ya Azad li gundewarê Hemayê kirin, û ji civaka navdewletî daxwaza sitandina helwesteke kartêker û yekser kirin derbarê rijdiya rijêmê û siponserên wê li ser rêbaza leşkerî û berdewamiya binpêkirinên ku jikarêxistina siyasî zêde dikin herweha derbarê helwestên astengkirinê yên ku rijêm wan herdem bi kar tîne .
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina asta amadebaşiyê di hemû kartên Artêşa Niştimanî de ji bo rûbrûbûna çi dijminkariyan kir, û ji civaka navdewletî daxwaza hilgirtina berpisyariyê derbarê van binpêkirinên divê ku bibin sedema teqîna rewşê kir.
Û desteya siyasî kaxez û amadekariyên gera destûrê ya dahatî gengeşe kirin, û amadebûyan raporên karê ofîs û komîte û rêvebiriyan berçav kirin, û behsa haziriyên civînên desteya Giştî yên Hevbendiya Niştimanî yaku dê siba birê bikevin û 2 rojaan li pey hev berdewam bikin kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî