Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya heftane lidar xist, û tê de bal kişand ser rewşa Idlib û helwesta civaka navdewletî ya ne cihê hêviyê û qelsiya wê di pêkanîna erkê xwe de derbarê agirbestê û parastina sivîlan.
Û Beşdarên civîna ku bi serpereştiya Serokê Hevbendiya Niştimanî, Anas alabda, li rapora meydanî û leşkerî guhdar kirin, û civîngeran behsa tawanên cengê yên rêjîmê û Rusya li Meeret alnuman, Idlib û gundewarê başûrê rojavayê Helebê kirin, her weha rewşa derbider û koçberan û pêdviyên wan ên mirovahî yên herî pêwîst gengeşe kirin.
Û Endaman li ser serdana nûnerê navdewletî yê taybet bi Sûrîyê, Ger Pederson, bo Mosko û Şamê axivîn, her weha behsa şiroveya cîgirê nûnerê navdewletî, Khawla Matar, li pêş Encûmana Ewlekarî û amadekariyên ji bo sêyemîn komîteya destûrî ya Sûrî kirin.
Û Endamên desteya siyasî , encamên civînên Giropa Dewletan ya Biçûkkrî li ser Sûriyê li Londonê berçav kirin, ya ku tê de tekezî li ser domandina dorpêçkirina rejîmê û tenêhiştina wê ji aliyê siyasî de kirin, û nehêlana normalkirina têkiliyan bi rêjîmê re nirxandin, her weha tekezî li ser nehêlana beşdarbûna rêjîmê di nûavakirinê de heyanî pirosesa veguhestina siyasî ya birastî dest pê bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî encamên civîna Hevbendiyê bi nûner û dîplometan re pêşkêş kirin, û Hevbendiyê daxwaza rawestandina tewanên cengê yên rêjîmê ji civaka navdewletî kir, her weha rabûna civaka navdewletî bi erkê xwe di riya Encûmana Ewlekaroyê re, û tekezî li ser dabînkirina parastina sivîlan kir.
Ji aliyekî din ve, Desteya siyasî pêşwazî li Mehmûd Othman kir, ciwanê ku hefteya borî jineke Tirk li îyaleta “Alazig”ê, ya ku jiber erdhejê dibin wêraniyên xaniyê xwe de mabû rizgar kiribû, û xelata rûmet û şahnaziyê danê ji ber wêrekiya wî, û dît ku ew xort wek senbolekê ye û divê hemû penaberên Sûrî li dewletên ku lê dijîn bidin ser şopa wî di vî warî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî