Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke awarte bo gengeşekirina rewşa niha li Siwêda bi amadebûna endamên Desteya Giştî û nûnerin ji deverê lidar xist.
Û amadebûyan giringtirîn tiştên ku li Siwêda rûdidin nemaze xwepêşandanên ku daxwaza rûxandina rijêma Esed dikin, û kiryarên rijêmê û amûrên wê yên ewlkariyê yên ku pê bersiva xwepêşandanan dide berçav kirin, ji ber ku rêbend û endamên rijêmê ji bo serkutkirina xwepêşanderan li nava bajêr belav bûne, daku wan xwepêşandanan vemrîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, silavên xwe bo xelkê Siwêda neviyên Sultan Başa Eletreş li ser lehengiya wan pêşkêş kirin, û şanaziya xwe bi hişyariya ku li bal wan heye anî ziman, û bal kişand ser ku sûriyan careke din hêviyên xwe yên rûxandina rijêma Esed tekez kirin.
Û Elmislit got ku Sûriya welatekî ku bi xêr û samanên xwe dewlemend e, lê rijêma gendel û tawanbar dest danî ser xêrûbêra welêt û welat kiriye giraw û rehîneya destê dagîrkerên Rûsî û Îranî, û hişt ku Sûrî li çarenûsa xwe ya debara jiyana rojane bigerin, bêyî ku kêmtirîn keresteyên bingehîn bo jiyanê wek av, eletrîk, xwarin û hînkirinê hebin, û tekez kir ku ev siyaseteke tolhildanî ya rêbazkirî ye, daku gel birçî bike û serê gelê Sûriyê biçemîne.
Û Elmislit piştgiriya xwe bo daxwazên xelkê Siwêda anî ziman, û tekez kir ku dê xwepêşandan careke din li tevaya welêt belav bibin, ji ber ku çarenûsa vê rijêmê rûxandin e, û çênabe ku di pêkanîna tawanên xwe de dermafê gelê Sûrî berdewam bike.
Û Serokê Hevbendiyê got ku em îro xwepêşandanan li Siwêda dibînin, û sibe em ê li meydanên parêzgehên perava Sûriyê û tevaya deverên di bin kontirola rijêma tawanbar de bibînin, ji ber ku derdeseriyên xelkê me li wan deveran ji derdeseriyên xelkê me yên di kampan de ne kêmtir in, û got ku gelê Sûrî hêjayî jiyaneke azad û rûmetdar a bêyî desthilatdariya vê malbetê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî