Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro sêşembê, civîneke awarte di rola xwe ya nû de bi serokatiya D. Nesir Elherîrî ji bo behskirina rêşûnên tên xwestin ji bo rûbirûbûna bobelata korona li bakurê Sûriyê û gengeşekirina dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî li dar xist.
Û desteya siyasî bi amadebûna serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Abdulrehman Mustefa, peywendiyek li gel wezîrê tenduristiyê D. Meram Elşêx , yê ku şiroveyek derbarê pêşhatên rewşa tenduristî li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, pêk anî.
Û Elşêx eşkere kir ku gelek rêşûnên wezareta tenduristiyê bi hevkariya wezaretên din hene, ji bo dorpêçkirina Covîd19 û nehêlana belavbûnaq wî, herweha şopandina nexweşên pê ketine û taqîkirina kesên têkilî bi wan re kirine.
Û elşêx hişyerê dide derbarê kêmbûna amûr û karînên pizîşkî yên pêwîst ji bo rûbirûbûna Covîd19, yê ku ne li gora hejmara mezin ji xelkê ya li derverê dijî.
Herweha serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî tekezî li ser pêwîstiya rêkûpêkkirina saziyên pizşkî yên li deverên rizgarkirî kar dikin, û nehêlana belvbûna bêserûberiyê kir, û cext li ser wê yekê jî kir ku armanca mezin ji rêxistinkirtina kar , serkeftina di dorpêçkirina Vîros û nehêlana belavbûna wî de ye.
Ji hêla xwe ve, Dr. Nesir Elherîrî tekez kir ku astengiyek mezin li pêşiya Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê heye, û dît ku ew astengî li ser asta ewlehiya netewî ya tenduristî ye, ku di serî de barê wê li ser milê Hikûmeta Demkî ye, û ev yek hewcedarî piştgiriyek mezin e, bi taybetî ji hêla rêxistinkirina rêşûnên tenduristî û serederiya bi rengekî navebdî ye.
Û diyar kir ku Hevbendî dê gelek hevdîtinan bi Hikûmeta Sûrî ya Demikî û wezareta tenduristiyê re pêk bîne, ji bo rêxistinkirina karê tenduristî li deverên rizgarkirî, û rawestana li ser hewcedariyên pizîşkî û alavên pêwîst ji bo rûbirûbûna çi kirîza ku heye peyda bibe.
Û got ku Hevbendî dê hevdîtinan bi revenda Sûrî li Amerîka ,Qeter,Kiwêt û revendên din re bike, ji bo dabînkirina alîkariya tenduristî ji deverên rizgarkirî re, herweha pêkanîna peywendiyan bi Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî û Xaça Sor a Navdewletî re, da bi berpirsyariyên xwe rabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî