Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke berfireh li gel serok û nûnerên pêkhatên di Desteya Giştî de lidar xist, û têde 45 kes ji nêz û dûr ve amade bûn, daku behsa amadekirina nerîna hevbeş bo qonaxa dahatî bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, civat bi pêşkêşkirina spasiyê bo tevaya pêkhatan vekir, û tekez kir ku ev civat di qonaxeke hestyar de lidar dikeve, û bal kişand ser giringiya piştgiriya diyalogê û berfirehkirina wê di nav tevaya pêkhat û beşên wê de.
Û Elherîrî got ku gelê sûrî li hemû deveran di pîstirîn bobelata mirovahî de dijî, û rewşa meydanî niha di qonaxeke hêmin re derbas dibe, lê carinan rijêm di riya operasyonên bêserûber re yên ku deverên nişteciyan û avahiyên jîndariyê armanc dikin gur dibe, her weha operasyonên teqînerî yên berdewam ji aliyê rêxistinên teroristî ve pêk tên, daku aramiya deverên rizgarî xirab bikin.
Û bal kişand ser ku dîmenê siyasî ji wê ne çêtirtir e, ji ber ku pûçbûnek di siyaseta navdewletî de heye, û ti destpêşxeriyên navdewletî yên dîplomasî an danûstandinî, daku bighêje çareya siyasî li sûriyê tune ne, tevî ku rikberiya sûrî amade ye û cidî ye bo dîtina çareyê li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên bi karûbarê Sûriyê ve girêdayî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Û Elherîrî li ser çalakî û karên Hevbendiya Niştimanî di dema bûrî de yên ku guhertinek mezin di bingeh û belge û destpêşxeriyên wê de di riya komîte û rêvebirî û tîmên kar û desteya siyasî re çêkiriye axivî, her weha behsa karê berfireh li deverên rizgarkirî bo xurtkirina hebûna Hevbendiyê li wir û nêzîkbûna wê ya mezin ji cemawerê wê li deverên rizgarkirî û di riya dabînkirina pêdviyên wan re kir.
Û serok û pêkhatan nerîn û pirojeyên ku li ser dixebitin berçav kirin, û tekezî li ser redkirina şanoya hilbijartinên ku rijêma Esed pê rabûye yên ku dijberî biryarên navdewletî ne kirin.
Û amadebûyan tekezî li ser giringiya lidarxistina civatên mîna vê kirin, daku nerîna Hevbendiya Niştimanî û stratîjiya wê bo qonaxa dahatî pêşde bibin, û derdeseriyên gelê sûrî yên berdewam li ser destî rijêma Esed û sembolên wê bidawî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî