Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane îro çarşemê li dar xist, û dosya dadpirsîn û sizakirina tawankarên cengê li Sûriyê wek beşekî sereke ji cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254, gengeşe kir.
Û amadebûyan behsa dosya sizayên dewletên biyanî yên li ser rijêma Esed hatine sepandin û dosya girtî û binçavkiriyên kotekî kirin, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya tevgera navdewletî ji bo pêkanîna pêşketineke rasteqîn di vê dosyayê de kirin.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Tîma Qeyser, Ebdilmejîd Berekat, şiroveyek derbarê sizayên ku nû ji aliyê Wezareta Xezîneya Amrîka ve li ser rijêma Esed hatine sepandin pêşkêş kir, û got ku ew sizadan li gorî pêşniyar û xişteyên kar ên ku tîma Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî pêşkêş kirine bûn, û navê herdû kampaniyan, Elfadil û Eleyhem, di lîsteya sizayan de hatine.
Û Berekat diyar kir ku Tîma Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî bi awayekî bêrawestan li ser eşkerekirina şêwazên rijêmê û rêyên zîvirîna wê li sizayên ku li ser wê hatine sepandin, kar dike, û bal kişand ser giringiya hevkariyê di navbera Tîma Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî û Tîma Qeyser di Rêvebiriya Amrîkaî de ji bo tekezkirina li ser kartêkerkirina cezayan û bandora wan li ser rijêma Esed, da wê neçar bikin ku pabendiyê bi biryarên navdewletî bike, û veguhastina siyasî li welêt cîbicî bike û daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî