Razgirê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Enes El – Ebde destnîşan kir ku wê Hevbendî bi awayekî xurt li ser serkeftina Kongirê Riyad kar bike, ji ber ew piştgiriyek ji armancên Milletê Sûrî û berjewendiyê wî re ye.
Di civîna xwe ya ji duh de berdewam e, Desteya Siyasî amadekariyên Hevbendiyê bo guncayên kongirê Riyad gotubêj kirin, herweha endaman pêşinyarên pêşkêşkirî derbarê nerînên siyasî ji daxuyaniya dûmahî ya kongir û nîşandanên operasyona siyasî gotubêj kirin.
El – Ebde hêviya xwe ku kongirê Riyad bi nerînek hevgirtî ji Hevrikiya Sûrî re derbarê pêşeroja Sûrî û opersyona siyasî derkeve anî ziman, ku bikaribe di riya wê re rêzên xwe yên siyasî, leşkerî, û sivîl bide hev.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Mistefa Oso kongirê Riyad bi “giring” binnav kir, û di demeke hestyar de tê, û berdewam kir ku Sûrî hêvî dikin encamê kongir li gor berjewendiyên şoreşa Sûrî be û bi nerînên wê bike, û di dawî de hêviyên milletê Sûrî di avakirina dewleta dadwerî, yasa, û rûmetê pêk bîne.
Jêder: Hevbendî