Endamên desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê de,îro li Istanbolê, hevdîtinek bi şanderê Ferensî yê taybet bi sûriyê Firank Coliyê û rawêjkarê siyasî yê doseya sûriyê Baskal ros re pêk anî.
Û herdû Aliya behsa rewşa meydanî ya nû kir, bi taybetî komelkujiyên ku Rûsiya dijî sivîlan li Helebê dike, tevlî ku wê agirbest li wî bajarî ji ji şeva 16 hezîranê de ragihandiye.
Û gengeşe der barê karûbarên divê bên kirin ji bo aktîvtirkirin û pêşdebirina doseya warê mirovî hat kirin, wek ku di biryarên civata Girûpa Navdewletî ya Piştgiriya Sûriyê de li Viyêna hatiye, û her wekî di biryara navdewletî ya 2254 de di bendên 12 û 13an de.
Û endamên hevbendiyê tekez kirin ku hîn jî Rêjîm ne rast e di danûstandinan de, û rawestandina bombebarana bêserûber dijî sivîlan red dike, û nahêle alîkariyên mirovahî bighên dorpêçkiriyan, û girtiyan bernade.
Ji hêla xwe de, Coliyê tekezî li ser berdewamiya helwesta welatê xwe di pişgiriya Şoreşa Sûriyê de û giringiya dîtina çareseriyek siyasî ya dadmend ku hêviyên gelê sûriyê pêk bîne kir.
Jêder: Hevbendî