Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane roja Çarşem û Pêncşemê li dar xist, û guhdarî raportên ofîs, rêvebirî û komîteyan kir, û şiroveya ku Nûnerê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen roja Duşema bûrî 29ê Tebaxê pêşkêş kiriye gotûbêj kir.
Û Cîgira Serok Rûba Hebûş çalakiyên Desteya Jinê ya Sûrî û amadekariyên berdewam bo lidarxistina workşopan bo jinên Sûrî li başûrê Tirkiyê derbarê beşdarîkirina jinên Sûrî di karê siyasî de berçav kir.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serok Ebdulehed Istêfo kurteşiroveyek li ser amadekariyên berdewam bo serdana Emerîka di heman dema lidarxistina Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de axivî, û tekez kir ku pêwîst e ku ofîs, rêvebirî û komîte beşdariyê di şandina kaxezên ku dê li wir bên pêşkêşkirin bikin.
Û Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar behsa serdanên xwe yên bo kampên penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistana Iraqê ji bo dîtina pêdviyên Sûriyan û nirxandina pêwîstiyan kir, û li ser semînarên ku li wir lidarxistibûn ji bo ku kurdên Sûriyê giringiya xebatên bi hêzên şoreşê û opozisyona fermî re bizanibin yaku Hevbendiya Niştimanî nûneratiya wê dike di rêya Encûmena Niştimanî ya Kurd re weke pêkhateyeke Sûrî resen axivî.
Û amadebûyan behsa tiştê ku de şiroveya Nûnerê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen li Cinêvê roja duşema derbasbûyî de hatiya kirin, û hevrêzkarê nivîsgeha lêkolîn û belgeyan Fîras Mesrî raportek li ser wê şiroveyê pêşkêş kir, û tekez kir ku ew alîgiriyeke eşkere ji rêjîmê re dide xuyakirin û li gorî nêrîna Rûsiya ye, û weke dûrketinê ye ji çarçoveya erkê wî yê sereke ê ku jê re hatiye erkdarkirin, di riya derxistina ramanên dûrî biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê û di pêşî de herdû biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî