Desteya siyasî ya Hevbendiyê hevdîtinek ligel çalakvanên kampa Ersalê li dar xist ji bo xwendina dumahîk guhertinên meydanî û gengeşekirina pêdawîstiyên penaberên Sûriyê li Libnanê, û herwiha wek dupatkirinekê li ser pêgiriya desteyê bi pilana Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ya ji bo peydakirina hemahengiyê û têkliyên rasterast ligel penaberên Sûriyê li Libanê, û sehkirina karubarên wan.
Herwiha ji bo niraxandina bizavên terxankirî ji bo kampên penaberan yên ji aliyê çalakvan û çalakgeriyên komelayetî, çalakvan Xalid Re’ed bi rêka Skiyapê got ku ji aliyê wan komîtek demkî ya hemahengiyê ji bo veguhestina di navbera kampên Ersal û hikûmeta Libnanê û rêxistinên sivîl û navdewletî de hatibû dirustkirin, ji bo rêvebirina karubarên penaberên Sûriyê li kampên Libnanê.
Ji aliyek din, çalakvan Ziyad Elwaw bal kişand ku niha ew bi rijdî kar dikin ji bo başkirina karubarên sivîlan li kampan û herwiha kar dikin ji bo dîtina çareseriyên bineretî ji kêşe û pêdawîstiyên wan yên rojane re, nemaze ji bo penaberên bajarê Ersalê li ser astê Libnanê û herwiha li ser astê dewletên mezin.
Çalakvanên Ersal ji aliyê xwe ve ji Hevbendiya Niştimanî daxwaza destnîşankirina komîteyekê fermî ser bi Hevbendiyê de kirin ji bo kar bi hasantir bibe ligel hikûmeta Libnanê û ligor dîtina wan ku hikûmeta Libnanê wê têkiliyan bi opozisyona Sûriyê re û nemaze ligel Hevbendiya Niştimanî red neke.
Ji aliyê xwe ve, endamê desteya siyasî Hadî Elbehra tekez kir ku Hevbendî wê kar bike ji bo girêbestin siyasî bo misogerkirina mafê vegera penaberan bi tenahî û aramî û dîtina çareseriyên ralîte bo kêşeyên wan yên yasayî û mijara belgenameyên fermî û başkirina rewşa sivîlan.
Elbehra got ku ligor pêşniyarên hatîn pêşkêşkirin ji civînê, wê komîteyek fermî ser bi Hevbendiyê bête dirustkirin, ji bo kar ji bo lênêrîn û gotareke yekgirtî bike, û herwiha ji bo pêkanîna lêkolînekê derbarê dirustkirina navçeyên aram li rojavayê Qelemûn yan li derdora navçeyên Zebedanî, û got ku Hevbendî wê hewl bide bo peydakirina têkiliyan ligel hikûmeta Libnanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî