Serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb diyar kir ko wêraniya li bajarê Etarib çêbûye bi sedema êrîşa Rûsî pir mezin e, ziyan li dikanên bazirganiyê û jêrxane û depoyên dermanan kiriye, û bêtir ji 60 kesan şehîd ketine û bi dehan ji sivîlan birîndar bûne.
Ebû Heteb diyar kir ko wezîrê tendiristiyê Firaz Elcindî û wezîrê perwerdeyê Ebdulezîz Dixêm û birêveberê nivîsgeha serokê desthilatê bi rengekî meydanî cihê bûyerê şopandin û qebareya ziyanan dîtin û serdana birîndaran û malbatên qurbaniyan kirin.
Ebû Heteb bal kişand ser ko ev êrîş û yên wek wan, hemû fakterên aramiyê yên ko tîmên desthilata demkî digel Netewên Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî li ser kar dikin dirûxînin.
Berpirsiyarê navenda bijîşkî li bajarê Etarib bijîşk Hesen Obeyd ji acansa Simart re got ku êrîşên Rûsî bûn sedema ziyanên darayî û gelek derman jî xerab kirin.
Her weha fermanberiya perwerdeyê ji bo saxlemiya sivîlan çûna dibistanan rawestand, her weha tevgerek derbideriyê ji bajêr ber bi gund û bajarokên derdorê ve li gundewarê Helebê yê rojava çêbû, ji tirsa dubarebûna bombebaranê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê