Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa da zanîn ku “Îran hewl dide destpêşeriyeke nû derbarê Sûriyê pêşkêş bike, ku armanc jê netenê mana Esed e, lê ji bo berdewamiya pirojeyê wê di deverê de ye jî”.
Merwa got: ew piroje ji valekirina navçeya Zebedanê û hin bajarên din yên ser sînorê Libnanê pêk tê, ji bo parastina bingehên Mîlîşeya Hizibulaha terorîst li ser sînorê hevbeş di navbera Sûriya û Libnanê de, û valakirina tixûb û derdorên Şamê ji şoreşgeran bi armanca seqamgîriya rêjîma Esed”.
Merwa derbarê helwesta Rûsiya got ku ” ew xwe dûrî ketwarê dixe , û bi helwasta Îranî re dibe yek , ji bo careke din Beşar Esed bidin pêş , mîna ku neşterîya xweşikirinê jê re çêdikin, da civaka nêvdewletî bighînin baweiya hiştina Beşar di desthîlatê de.
Merwa da xuyakirin ku “Amerîka berî serdana şanderê wê yê bo Sûriyê Maîkil Rasntî ji Mosko û Riyad û Cinêvê re, hin nîşanên erênî şandin ,û tekez kir ku rola Esed di paşeroja Sûriyê û di piroseya veguhestina siyasî de nîne “.
Cêgirê serok tekez kir ku “wan heta niha hêç helwesteke navdewletî ya rasteqîne nedîtiye, ne ji aliyê Netewên Yekgirî û nejî ji Encûmena Ewlekariyê ji bona rawestandina komelkujiyên rêjîma Esed dijî xelkên Dûma û Xûtayê”.
Dîsa got ku “Îran bi rêka piştgiriya xwe ya serbazî ji Esed re hewla sepandina nexşeyeke dîmografî ya nû di hindur Sûriyê de dide, bi rêka kuştin û koçberkirina xelkê ji bajarên wan, û hemû destpêşxeriyên wê di Sûriya de nakevin di rajeya çareseriya Siyasî û seqamgîrkirinê de, û herwiha nabin alîkar ji bona têkbirina terorê jî”.
Jêder:Hevbendî+ Elşereq Elewset