Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde û şanda ligel, îro duşembê, bi berpirên “Navenda Cinêvê Ya Siyasetên Ewlekariyê” û yên “Xaça Sor” re civiyan.
Ev hevdîtin di seredaneke fermî ya Hevbendiyê de ji bo Siwêsra bû, ya ko wê du rojan dirêj bike, û hatiye biryardan ko ew ê bi wezîrê dewletê yê karûbarê derve Îf Rosiyê û her weha bi şandyarê navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora re bicivin.
Elebde di hevdîtina digel birêveberê Navenda Cinêvê Ya Siyasetên Ewlekarî balyoz “Kirîstiyan Dosê”, nerîna opozisyona Sûrî ji bo çareserkirina siyasî û pêvajoya nuha diyar kir, û tekez kir ko Hevbendî wek çareyeke istiratîcî bi çareserkirina siyasî pabend e. û destnîşan kir ko têkçûna çareserkirina siyasî heta nuha bi sedema nejidilbûna rêjîmê û hilbijartina wê ji çareserkirina leşkerî re ye, bi piştgiriya hevalbendên wê, û nejidilbûna civaka navdewletî, û geşbûna tiroristiyê, çi ya dewletê be ji hêla Rêjîmê û milîtanên Hizbulaha tirorist û milîtanên mezhebperest yên digel wê be, û çi ya rêkxitina Elqaide û DAIŞ be.
Herdu aliyan behsa bizavên Hevbendiya Niştimanî û bi taybetî gotûbêja Sûrî-Sûrî her weha warê civakî li gel warê siyasî, û karakirina rola Jinê ya siyasî û civakî û serpereştî di çêkirina biryarê de kirin.
Û endamê Hevbendiyê Hewas Xelîl bal kişand ser ko milîtanên Partiya Yekîtiya Dimuqrat wek desthilatek ferizkirî li ser partiyên din xwe dide xuyakirin, bi amanca kûrkirina nakokiyan di navbera pêkhatiyên Sûrî de, ya ko rêjîmê dest pê kiribû.
Şandeyê hişyarî da der barê koçkirina kotekî ya ko rêjîma Esed dike bi mebesta guherandina dîmugrafî û bi taybetî li derdorê Şamê, ew jî di hevdîtina digel Birêveberê herêmî yê komîta navdewletî ya “Xaça Sor” Robêrt Mardînî, û raporteke hûrbîn hat radestkirin li ser herêmên dorpêçkirî li Sûriyê, yên ko rêjîm çekê birçîkirinê li wan bikar tîne, û her weha bombebarana bêserûber li ser nexweşxane û bazar û malan tako wan mecbûrî koçkirinê bike.
Û gotûbêj li ser rola Heyva sor ya ko li herêmên di bin kontrola rêjîmê de kar dike hat kirin, û şanda Hevbendiyê li ser alîkariyên mirovî tekez kir, û got ku alîkaroyên digihên bajarên Sûrî di rêya Rêjîmê û milîtanên Berevaniya Niştimanî re têne belavkirin.
Ji aliyê xwe ve Birêveberê herêmî yê xaça sor guhdana xwe bi herêmên dorpêçkirî tekez kir û got: “seredanên wan ji herêmên dorpêçkirî re vê sale zêdetir bûne, û hejmara serdanên wan gihaye 48 seredanan”.
Jêder: Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî