Di sê rojên derbasbûyî de 135 kes li bajarê Idlib û gundewarê wî şehîd ketin, bi sedema bombebarana firokên cengê yên Rûsya û Rêjîma Esed ko bazargeheke gelî û avahiyên niştecihan di operasiyoneke metirsîdar de amanc kirine, di heman dema tawanên li taxên Helebê û gundewarê wê çêdibin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ednan Rehmûn, di daxuyaniyeke taybet de tawanên cengê yên ko dijminkarên Rûsya û Rêjîma Esed li Idlib û Helebê bi mûşekên valahî û bombeyên goşeyî û fosforî dikin, li ber çavê civaka navdewletî, û çavên xwe jê digirin.
Rehmûn daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û Civaka navdewletî kir ko nehêlin Rûsya û Rêjîm van tawanan bikin. û berpirsiyariyên xwe hilgirin û sivîlan biparêzin, û dibîne yê ko himber van tawanan bêdeng be ew jî şirîkê van kirdeyan e.
“Birêveberiya Bajarê Idlib” di daxuyaniyekê de roja duşemê ragihand, ku ji ber bombebarana Rûsî û Rêjîmê ya tund li ser bajêr, ew karê dezgehên xwe radiwestînin, ji bilî karê Berevaniya Sivîl û nexweşxaneyên li bajêr û gundewarê wê, û zankoya Idlibê jî heta dawiya hefteyê rawestiya, û birêveberiya perwerdeyê li parêzgehê biryarek di heman mijarê de da, bi sedema bombebarana asmanî ya tund a Idlib û gundewarê wê amanc dike.
Çalakvanan got ku firokên cengê yên Rêjîma Esed bi sê êrîşan bazareke gelêrî li bajarê Sermîn li gundewarê Idlib roja sêşembê amanc kirine, di encamê de 10 kes ji nav wan 4 zarok û du jin şehîd ketin, û diyar kirin ko berevaniya sivîl bi dehan birîndar ber bi nexweşxanên meydanî ve guhastin û agirê bi dikanan ketibû vemirandin.
Heman jêderî got ko firokên Rûsî bi çend êrîşan kolana serekî ya bajarokê Meeret Misrîn li bakurê Idlibê amanc kirine, û di encamê de 8 kes şehîd ketine û bidehan birîndar bûne di dema ko lihev kom bibûn, her weha du sivîlan jiyana xwe jidest dane bi sedema ko firokên Rêjîmê kolana(40) û zîviranoka Meeret Misrîn li bajarê Idlib bombebaran kirin. Û tekez kirin ko bombebaranek mîna vê gundê Kerse´ah û bajarokê Hîş û gundê Bisîda û Elhamidiyê li gundewarê bajêr amanc kirin, di encamê de hejmara şehîdên Idlib û gundewarê wê doh bû bêtir ji 40 sivîlî, piştî bombebarana li ser 11 herêman pêk hat.
Û Encûmena Ewlekariyê di pirojeyekî ko Niyûzîlanda û Ispanya û Misir amade kiribûn daxwaz dikir ko karên dijminkariyê li Sûriyê birawestînin, lê Rûsya û Çînê mafê redkirinê “Vîto” bikar anîn û Encûmen di standina biryarê de têkçû.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans