Firokên cengî yên Rûsî nexweşxaneyek li gundewarê Hemayê amanc kir, di encamê de kadirekî bijîşkî şehîd ket û bi tekûzî avahî wêran bû. Ev kar wek beşekî ji fişara Rûsya ye bo niştecih xwe radest bikin û neçarî koçberiyê bibin.
Fermanberiya tendiristî ya parêzgeha Hemayê ya bi ser desthilata demkî ve, got ku firokên Rûsî nexweşxana Kefer Zîta ya taybetmed li gundewarê Hemayê yê bakur bombebaran kir, û bal kişand ser ko ew bû sedema ku karmendek şehîd bikeve û nexweşxane bi tekûzî wêran bû û ji kar derket.
Fermanberiyê di daxuyaniya xwe de ji civaka navdewletî daxwaz kir, ko giring e bi berpirsiyariyên xwe rabe û bargehên bijîşkî û sivîlan biparêze, û wan ji bombebaranê bêlayen bike.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko amanckirina bargehên bijîşkî û bazar û cihên niştecihan ji hêla Rûsya ve di çarçoveya operasiyoneke rêbazkirî de ye, tako niştecihan neçar bikin ko radest bibin û operasiyonên koçberkirinê bipejirînin.
Hevbendiyê bal kişand ser ko berdewambûna pêkanîna tawankariyên cengê li Sûriyê, tê wateya ku civaka navdewletî nikare pêrabûnên wêrek bike bo biriyarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê cîbicî bike.
Netewên Yekgirtî tekez kiriye ko operasiyonên rêjîmê û hevalbenda wê Rûsya bergehên bijîşkî amanc dikin, hevrêzkarê karûbarê mirovî yê herêmî yê Netewên Yekgirtî Banos Momisîs dûmahiya heyva çileyê paşî gotiye ku êrîşên belgehkirî li ser bargehên bijîşkî li Sûriyê ji destpêka salê ve bi kêmanî gihaye 13 êrîşan, her weha sala borî 112 êrîş çêbûne.
Gundewarê Hemayê û yê Humsê yê bakur ketine ber operasiyoneke leşkerî tev ko ew di herêmên kêmkirina şerî de ne, ew di heman dema gefên Rûsya de hatiye ko dibêje ewê herêmê bisotîne eger niştecihan derketin red kirin, wek ko dema dawî li Xûta rojhelat operasiyonên koçkirina kotekî yên berfireh çêbûne. Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî