Wezareta Berevaniyê û Desteya Erkanan di Hikûmeta Sûrî a Demkî de ji Emîndarê giştî ê Netewên Yekbûyî BanKî Mon Xwest ku ji bêdengiya xwe derbarê tiştê ku ji berî nêzî pênc salan ve ji tawanên rêbazkirî li ser destê Esed derheqê welatiyan de çêdibin derkeve. Ev di daxuyaniyek wênekirî de ji wezîrê berevaniyê Selîm Idrîs re hat.
Idrîs dît tiştê bi taybet li devera Zebedanê dibe, û li dervey wê jî, êrîşeke derveyî, Iranî ye, bi awayekî diyar û riswakirî ji hêla hêzin tirorist ku Iran û sîxurên xwe bi alîkariya rejîma tawankariyê li Şamê serkirdayetiya wan dijî milletê Sûrî dikin, herweha Encumena Ewlehiya Navdewletî daxwaza hilgirtiina hemû pirsiyariya xwe derbarê danîna sînorekî ji tawanên rejîma Iranî û milişiyên piştgir re kir.
Idrîs diyar kir ku devera Zebedanê ji berî du hefteyan ve ketiye ber êrîşek hovane ji hêla hêzên rejîmê ve û bi alîkariya nandozên tirorist ji Iran û Hizbilla, û endamên ji liwayê Zû El – Feqar yê regezperest û bilî wan ji komên çete ên teşbîh û tawankariyê.
Idrîs berdewam kir ku êrîşin azmanî û berdewam ji hêla firokên rejîmê bi ser debverê de bi wan êrîşan re hebûn, hejmara bermîlên bi ser bajarok de hatin avêtin gihişt 600 bermîl û 300 sarûxên corbecor, û di heman dema bikaranîna çekên dûr-armanc de.
Idrîs bal kişand ku tiştê li Zebedanê dibe, di eynî dema dorpêçkirinek henasçikên de bi ser şoreşgeran de tê, bi hêviya pêkanîna serkeftinekê ku binketinên rejîmê li eniya Başûr û Bakur veşêre.
Wezîrê Berevaniyê ji hemû dost û birayên miletê Sûrî xwest ku destpêşiya pêşkêşkirina hemû cureyên alîkariyê ji devera Zebedanê û deverên Sûrî yên dî re di riya Hevbendiyê û Hikûmeta wê ya Demkî re bikin. Û ta ku barê şervanên leheng li devera Zebedanê sivik bibe, doza asêkirina şer û hildana asta operasyonên leşkerî dijî rejîma Esed û hêzên pê re hevbend in ji hemû hêzên leşkerî, û şoreşgerî li ser hemû eniyan kir.
Tekez kir ku şoreşgerên Zebedanê û birayên wan li ser hemû eniyan- tevlî karînên wan yên hindik- xweşiktirîn mînak di lehengiyê û fedakariyê de diyar dikin. Herweha li ser berdewamiya şoreşa azadî û rûmetê tekez kir, ta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina Sûryayê ji zilm û zorê.
Jêder: Hevbendî