Bedir Camûs Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, tekez kir ko Desteyê îro di civîna xwe de raportên Serokê Hevbendiyê û Cîgirên wî û Emîndarê giştî û çalakiyên wan yên dawî gengeşe kirin.
Hem jî Desteyê raporta siyasî û meydanî û darayî û dosya Encûmena Leşkerî ya Bilind û biryara wan ya dawî ya ji bo xwendina rewşa Frakisyona Erkan di Hevbendiyê de û pêdiviya geşkirina wê, tev de hatin gengeşe kirin. Herweha dosya karên Desthilata Demkî ya jikarketî û şopandina cîbicîkirina biryarên civînên Desteya Siyasî yên ko di Hefteya buhurî de çê bûn hatin goftûgokirin û sibe jî wê civînên xwe ji bo tekûzkirinê berdewam bikin.