Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku rijêma Esed Ji bo cîhanê bûye cihê xem û metirsiyê, nemaze dewletên derdorê piştî ku Sûriya bûye balavkara sereke ji keresteyên hişbir re.
Û bal kişand ser ku rijêma Esed xwe spart bazirganiya keresteyên hişbir daku ji sizayan bireve û pûçbûna aborî derbas bike, û got ku wê milîs bo vî karî terxan kirine.
Û Ebdilletîf tekezî li ser pêwîstiya ku hemî dewlet danûstandinê li gel rijêma ku Sûriya wêran kiriye û xerabî û teror û keresteyên hişbir şandine dewletên derdorê rawestînin kir.
Tê zanîn ku Artêşa Urdunê hewildana derxistina qebareyeke mezin ji keresteyên hişbir ên ku ji deverên di bin kontorola rijêmê de berve Urdunê de diçû têk bir, û 154 tûrikên heşîşê û 900 hezar taneyên kiptagon hate dîtin.
Û ev ne cara yekemî ne yaku têde qebareyeke mezin ji keresteyên hişbir ên ku ji deverên rijêma Esed berve dewletên derdorê diçe tête girtin, ji ber ku raporên navdewletî tekez kirin ku rijêma Esed bûye yek ji giringtirîn bazirganên keresteyên hişbir di cîhanê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî