Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştiman ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, tekez kir ku girtina komek ji mamosteyên jin û mêr li gundewarê parêzgeha Reqayê ji aliyê milîsên PYDe ve, bi bihaneya handana xelkê dijî siyaseta wan, dikeve çarçoveya şerê zanîn û hînkirinê û belavkirina nezaniyê ji aliyê wan milîsan ve tê, daku siyaseta xwe ya dûrî çanda gelê Sûriyê bisepînin.
Û Cîgirê Serok got ku ev kiryarên şermezarkirî di bingeha xwe de perçeyek ji şêweyê vê rêxistinê ye, yaku xwe dispêre kesên nezan ên îdyolojîkirî, û hişmendiya wê dijî zanînê ye, û ji zanayan ditirse û naxwaze zane di civakê de hebin, lewra şerê wan dike.
Ev helwest hatin piştî êrîşkirina milîsên PYDe di demên dawî de li ser sê peymangehan li bajarê Eltebqa li gundewarê Reqayê û girtina 7 mamoseyan, sê jin jî di nav wan de hebûn, bi bihaneya ku ew welatiyan dijî siyaseta PYD gur dikin.
Tê zanîn ku milîsên PYDe ya terrorist, heman şêweyên tirsandin û devgirtinê yên ku rijêma Esed bi kar tîne dikin, û her kesê ku li dijî siyaseta wan be yan pêwendiyê li gel aliyên ku ew wan ji xwe re wek dijber dibîne bike binçav dike, û li gorî torin mafnasî, bi sedên girtiyan di zîndanên wan de di bin îşkencê de canê xwe ji dest dane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî