Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferêt di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ebdulbasit Ebdulletîf, dijminkariya leşkerî û tawanên çekdarên PYDe yên terorîst li dijî xelkê rojhilatê Ferêt nemaze li parêzgeha Dêra Zorê ya ku rastî operasyoneke bombebaranê hatiye û gund û bajarokên wê armanc kirine û xelkên wê yên sivîl dorpêç kirine, şermezar kir.
Û Ebdulletîf bal kişand ser ku çekdarên PYDe yên terorîst hewl didin ku nakokî û aloziyan di navbera hemû pêkhateyên deverê de derxînin, ji ber ku ev çekdar ji bilî sepandina deshilata xwe ya ewlekarî û leşkerî, hewl didin ku kontrol û desthilatdariya civakî li ser deverê bisepînin.
Û Ebdulletîf tekez kir ku armanca van milîsan pêk nayê, û got ku ev milîs ji aliyê gel ve hatine redkirin, û kiryar û binpêkirinên ku li deverê pêk anîne dihêle ku gel bi awayekî vebir wan nepejirîne.
Û Ebdulletîf bal kişand ser wê yekê ku milîsên PYDe yên terorîst nakokiyên di navbera xwe û hin destekên xwe yên leşkerî de weke bihane bikar anîn, ji bo dagîrkirina devera parêzgeha Dêra Zorê û gundewarê wê, her wiha jinavbirina tevgera şoreşgerî li wê derê, nemaze piştî beşdarbûa xelkê deverê di xwepêşandanên ku piştgiriya tevgera şoreşgerî ya li Siwêda û Deraayê kirine, û tekez kir ku milîsên PYDe heman rêbaza rijêma Esed dişopînin, û tundûtûjiyê li dijî hemû Sûriyan bikar tînin.
Û Ebdulletîf hişyarî da ji metirsiya hewlên milîsên terorîst ên PYDe li deverê, û herweha ji her pêngaveke gurkirinê li dijî xelkê rojhilatê devera Ferêt, û ji civaka navdewletî û hêzên hevpeymaniyê xwest ku rêşûnên vebir li gel van milîsên terorîst derbarê tawan û binpêkirinên ku li dijî sivîlan pêk tînin û ziyanê digihînin ewlehiya deverê û tevna wê ya civakî bistînin, û piştgiriya van milîsan di warê leşkerî de rawestînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî