Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, diyar kir ko”Encûmena Niştimanî Kurdî hewil dide ko hêzên Pêşmergeyên Sûriyê derbas bike û milîtanên PYD nahêlin ”, bêtir got ko ew milîtan ji “Kurdên Niştimanperwer û yên xwedan pirojeyekî niştimanî ditirsin.”
Beşar tekez kir ko milîtanên PYD ecindeyên wan ne Kurdî û ne niştimanî ne, û ew metirsiyeke mezin in li ser kêşeya kurdî, bêtir got “ew di çepera lidijî her dengê dîmuqrat ê wêrek û xwedan pirojeyekî niştimanî de ne.”
Ebdulhekîm Beşar tekez kir ko Pêşmerge tenê dê derbasî herêmên kurdî bibin, û rola wan ya sereke wê parastina herêmên Kurdî ji tiroristiyê be, her weha parastina hevwelatiyên Kurd ji zordariyê. Û bal kêşand ser ko Pêşmerge hêzeke Kurdî ya niştimanî ye.
Û Pêşmergên Sûrî ji leşker û efserên Kurd yên ji rêjîmê cuda bûne hatiye damezirandin. Û serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde di hevdîtina digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Îraqê de li Erbîlê di meha çileyê pêşî de tekezî li ser giringiya vegera yekîniyên Pêşmergeyên Sûriyê û ketina wan nav Artêşa azad de kiribû.
Û piştî civînê ji rojnamevanan re got ko Encûmena Niştimanî Kurdî pêkhatiyekî serekî ye ji Hevbendiya Niştimanî, û yekîniyên ko ji leşker û efserên cudabûyî çêbûne, hêzeke niştimanî ye, divê alîkariyê di rizgarkirina xaka Sûriyê ji rêjîmê û hevalbendên wê û tiroristiyê bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Beledî Niyûz