Endamê Desteya Siyasî Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Firat ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasît Ebdulletîf, spasiya êlên Sûrî yên li rojhilatê Ferêt kir, li ser şandina wan ji alîkariyan re bo birayên xwe yên ku li bakurê Sûriyê tûşî bobelata erdheja wêranker bûne.
Û Ebdulletîf tekez kir ku karwanê alîkariyê yê ku ji êl û xelkên Dêra zorê û devera rojhilat û Minbicê hatiye, cihê şanaziyê ye, ji ber ku mezintirîn alîkariya ku gihiştiye deverê ye û hejmara wê zêdetir 75 barhilgêran bû, û ji alîkariya ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye zêdetir e.
Û Ebdulletîf bal kişand ser ku helmeta êlan bi ziman û kar bû, wek ku wan nav lê kiriye “Yek Laş – Hawarçûna Eşîran”, û ew derbirîna tiştê ku di dilê hemû Sûriyan de ye, ji ber ku dilê hemû gelê Sûriyê li ser xelkên ku li tevaya herêmên Sûriyê rastî ziyanê hatine ye.
Û Ebdulletîf daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ku berpisyariya xwe hilgire û bilez destwerdanê ji bo alîkarî û hawarçûnê bike, piştî ku wê nikariye alîkariya tîmên Berevaniya Sivîl û tîmên rizgarkirinê di derxistina kesên ku di bin kavilan de mane bike, û tekezî li ser ku divê doz di çarçoveya mirovahî de bimîne û neyê siyasîkirin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî