Sekreterê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de Ebdilbasset Ebdilletîf, tekez kir ku tişta giring îro nehêlana rûxandina dewleta Sûriyê ye, û tekez kir ku ev yeka ku serokê hilweşiyayî Beşar Esed di dema borî de û dema reviya jî hewl dida ku bike.
Ebdulletîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de got ku awayê danûstandina Beşar Esed bi şoreşê re bi kuştin û wêrankirinê û pêgirtina desthilatê bû, û piştre jî awayê revîna wî ji welat, armanca wî ya sereke piştrast dike, ku Sûriyê wek dewleteke hilweşiyayî bihêle, eger ew di desthilatdariyê de nemîne.
Ebdulletîf anî ziman ku gelê Sûrîyê dest bi rûpeleke nû ji dîroka xwe dike, bi hev re bi hevgirtin û hevkarî dinivîsin, û anî ziman ku bizavên berdewam ji aliyê hin berpirsên li ser karên xwe mane û hêzên ku rêjîma Esed hilweşandine hene ji bo sazî û milkên giştî û taybet biparêzin.
Ebdulletîf amaje kir ku ev hewldan nîşaneyên erênî bûn û dîmeke erênî da Sûriyan, bi hemû mezheb û etnîkan ve, û civaka navdewletî jî, tevî hin bûyerên aloz ku di roja yekem a rûxandina rêjîmê de çêbûn.
Ebdulletîf tekez kir ku hewldaneke cidî heye ji bo rawestandina van bûyeran û kontrolkirina wan, û daxwaz ji dezgehên dewletê kir ku berdewam bin di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ji Sûriyan re, bi taybetî ji bo balyozxaneyên ku van rojana Sûrî pir serdana wan dikin, bi armanca bidestxistina belgeyên rêwîtiyê ji bo vegerin bajar û malên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî