Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Ebdulrehman Mistefa, di civînên xula asayî ya 73an ya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya li bajarê Girê Spî li Reqayê li dar ketiye de, raporta karê Hikûmeta Demkî li herêmên rizgarkirî pêşkêşî kir.
Mistefa giringtirîn karên Hikûmeta Sûriyê ya Demkî û pirojeyên ku li navçeyên rizgarkirî hatine encamdan nîşan dan, ku armanca wan başkirina rewşa jiyanê û xizmetguzariyê li wan deveran û bilindkirina asta karên rêvebirinê li wê deverê ye.
Mistefa behsa civîn û hevdîtinên fermî yên bi nûner û dîplomatên rojavayî re kir, her weha gerên meydanî yên ku li herêmên rizgarkirî pêk anîne, ku di wan de bi serkirdeyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û berpirsên encûmenên xwecihî, saziyên xizmetguzariyê û çalakiyên şoreşgerî re civiyaye.
Mistefa behsa kar û projeyên ku di heyama borî de ji aliyê hikûmeta demkî ve li ser asta tenduristî, perwerde, xizmetguzarî û ewlehiyê hatine encamdan kir, her weha li ser biryarên di warê perwerde, xizmetguzarî û rêvebrî û karê wezaret û desteyan rawestiya, û diyar kir ku ev yek li gorî planên berê yên ji bo geşepêdanê û rewşa niha ya Sûriyeyê pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî