Serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb li gel çend wezîran serdana deverên herêma rizgarkirî li gundewarê Helebê yê bakur kirin, ji bo rewşa fêrkirin û tendiristiyê û xizmetgozeriyên din yên ji niştecihan re li wan herêman tên pêşkêşkirin bişopîne.
Û deverên hatin serdankirin: bajarê Babê û yê Mari’h û bajarokê Beza’eh û yê Qebasîn bûn, û cvivînek bi Encûmena Eşîrên Kurd re ya nûnertiya 52 gundan dike pêkanî.
Ebû Heteb digel berpirsiyarên perwerdeyê li bajarokê Qebasîn civiya û li nerîna wan li ser rewşa fêrkirinê piştî dûrketina xwendevanan bi dirêjiya sê salan ji xwendinê, û li plana fêrkirinê ya qonaxa tê piştî vê wêraniya mezin ya gihaye avahiyên fêrkirinê guhdarî kir.
Serokê desthilata demkî firnak nan li bajarê Babê vekir, ya ku wê berhemê wê yê rojane bigihêje 16 tonan, û ev firne wê karibe nan ji 70% ji pêdawîstiya xelkê bajêr ji nan peyda bike.
Her weha digel Encûmena xwecihî rewşa xizmetgozerî ya bajêr gotûbêj kir, û pirojeyê çêkirina rêyan û qîrkirina wan şopand, û bi nûnerên cotkaran re jî lihev kir ko desthilat alîkariyê di firoştina berhemê wan yê petat û genim û hin çandiniyên din de bike.
Û di hevdîtina wî ya digel nûnerên eşîrên Kurdan Ebû Heteb tekez kir ko hemû alayên artêşa Sûrî ya azad saxlemî û ewlekariya hemû niştecihên herêmên rizgarkirî dixwazin, û li ser çêkirina komîtekê ji encûmena eîşran lihev kirin; tako digel serokê desthilata demkî û yekîneya encûmenên xwecihî gotûbêjê bikin, ji bo nûnerên wan di encumanên xwecihî de beşdariyê bikin, da di birêveberiya herêmên rizgarkirî de beşdar bibin, û xizmetan ji niştecihan re pêşkêş bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî