• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Monday, 20 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

El-Bahra: Li Sûriyê Ti Çareseriyeke Leşkerî Tune ye û Ti Alternatîf ji Çareseriya Siyasî ya li Gorî Biryarên Cinêvê re Nîne

August 24, 2019
in Nûçeyên Hevbendiyê
El-Bahra: Li Sûriyê Ti Çareseriyeke Leşkerî Tune ye û Ti Alternatîf ji Çareseriya Siyasî ya li Gorî Biryarên Cinêvê re Nîne

Hadi el-Bahra, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku hêvîgirêdana bi çareseriyek leşkerî “xewneke ku rejîm û alîgirên wê têde dijîn, û divê jê hişyar bibin”, û tekez kir ku ti çareserî nabe bêyî pejirandina xelkê Sûriyê.

Di hevpeyvînekê de ligel “Ajansa Zeytûn”, El-Bahra bal kişand li ser pêwîstiya aktivkirina pêvajoya siyasî ya Cinêvê ya bi rêveberiya Netewên Yekbûyî, piştî pêkanîna agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî ji koçberan re, û tekez kir ku di çarçoveya prosesa siyasî ya Cinêvê de, ti alternatîfek ji çareseriya siyasî re nîne, ya ji hêla Netewên Yekbûyî ve, ji bo bicîhkirina biryara Encûmena Ewlehkariyê 2254.

El-Bahra got ku Sûrî hêjî dikarin bandoreke baş li pêvajoya leşkerî herweha ya sîyasî bikin, û bal kişand ku şervan serkeftine di gihandina çend peyaman de, ya herî girîng ji wan ku vîna berxwedan û berevaniya di ber gelê xwe de hêjî heye.

El-Bahra Encûmena Ewlekariyê bi awayekî rasterast berpirsiyar dît li hemberî ewlehî û parastina sivîlan li deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê, ji ber ku wê rêkeftina têgihiştinê “pîroz” kiribû, ya ku diviya bû rêjeya tundutîjiyê kêm kiriba û ewlekariya sivîlan yên red kirin ku li deverên rêjîmê bimînin dabîn kiriba.

Wî bal kişand ku şervanên li Idlibê “jiyana xwe li hember duyem mezintirîn hêza leşkerî li cîhanê jidest didin”, û mîlîsên mezhebî ji welatên cuda hatine, di nav wan de pisporên leşkerî ji Supaya Pasdaran, û El-Bahra Pasdarên Iranê bi “maka terorîzma navnetewî” binav kirin.

El-Bahra da zanîn ku erka sereke ya Hevbendiya Niştimanî ew e ku şoreş bidome heta bidestxistina armancên serhildana gelê Sûriyê, û got ku di qonaxa niha de bihêzkirina danûstendinê bi hemû welatan re tê xwestin ji bo pêkanîna fişareke cidî ji bo pêkanîna agirbestê û dabînkirina ewlehiya sivîlan û bicihkirina pêdiviyên koçberên li deverên ji hêla kampanya leşkerî ya vê dawiyê ve hatine topbarankirin, ya bi “dijminkarî” binav kir.

El-Bahra lê zêde kir û got ku eger êrîşên li ser herêmên rizgarbûyî berdewam bikin û derbasî riyên navdewletî M4 û M5 bibin, ti bijarede ji şervanan û opozisyonê re namîne ji bilî berevaniya heta dawîtirîn henas di ber malbatên xwe de, û bal kişand ku pêwîstiya vê yekê bi stratejiyek leşkerî ya cûda heye ji bo êrîş û berxwedanê.

El-Bahra got ku tekoşîna me bi rêjîmê re têkoşînek e ji bo bidestxistina mafên rewa yên mirovî, destûrî, polîtîkî û qanûnî ye, bi rêya pêvajoyeke siyasî ya veguhêz ya bineret û berfireh, û bal kişand ku rejîm û alîgirên wê hêz û şiyan bi dest wan hene ji bo wêrankirinê, lê ew nikarin ewlehî, dadperwerî, aramî û aşitiyê dabîn bikin.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Hevbendiya Niştiman: Tawan li Bal Vê Rijêma Hov Rêbazeke Neguhêr e û Pê Danûstandinê bi Gelê Sûriyê re Dike û Hewl Dide Şoreşa Wî Vemrîne û Dengê Azadiyê Bibire

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.