Serokê Komîta Yasayî di Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî Heysem El – Malih tekez kir ku êrîşên Rûsî li ser Sûryayê li gor belgeya Netewên Yekbûyî û Yasaya navdewletî nerewa û ne yasayî ne.
Ev yek di belgeyekê de ku El – Malih li paytexta Belcîkî, Biruksil piştî sekneke nerazîbûnê radestî balyozxaneya Rûsî kir, xwepêşandêran êrîşên Rûsî li ser milletê Sûrî şermezar kirin, û daxwaza rûxandina rejîma Esed kirin.
Belgeye diyar kir ku ev êrîş ne rewa ye li gor bendê çaran ji mada didwan di belgeya Netewên Yekbûyî de ku dibêje nabe hêz di têkiliyên navdeletî de bikar were, herweha li gor mada bîst û çaran ku dibêje divê Rûsya ewlehî û aştiya navdewletî biparêze, ji ber ew dewletek xwedan endamtiya berdewam e di Encumena Ewlehiyê de.
El – Malih got êrîşên Rûsî binpêkirin e ji mada pêncî û yekê re ku destûr daye dewletan bo bikaranîna hêzên di parastina xwe de, û tu sînorên bejî di navbera Rûsya û Sûrî de tune ye, û tu rewşê binpêkirinê ji hêla Sûryan de li ser Rûsyan tune ye, lewre nabe ew bêje ez xwe diparêzim.
El – Malih wisa jî got ku Rûsya binpêkirina biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2170 sala 2014an dike, ku dibêje nabe çareya leşkerî wisa bo şerê tirorê bikar were, lêbelê divê vegerin Encumena Ewlehiyê bo stendina vê biryarê.
Belgeyê destnîşan kir ku ev êrîş dijî nerîna yasaya navdewletî ye jî, ku dibêje rewatiya navdewletî her dem ne li kêleka hikûmetên heyî ye, di rewşa mafê milletan de di çesipandina çarenûsa xwe de, rewatî dibe ya milletan di şûna hikûmetan de, di dawî de ne ji mafê Rûsya ye ku bike behane û bibêje Esed destwerdana Sûryayê xwestiye, ji ber piştî şoreşa milletê Sûrî li ser rejîma wî ew ne serokê rewa ye.
Jêder: Hevbendî