Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, bi tundî gurkirina leşkerî ya rijêma Esed û Rusya li ser deverên sivîl li gundewarê Heleb û Idlibê şermezar kir, û cext kir ku divê encamên van tawanan bê hesabxwestin nemînin, bi riya cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 û beşê wê yê dadpirsîn û sizakirinê.
Û Elasimî tekez kir ku berdewamiya bêhelwestbûna navdewletî derbarê Sûriyê, dê bandorên nû li ser aştî û ewlehiya navdewletî derbixe, wek ku li Okrayna bûye, û cext kir ku civaka navdewletî hewil nade şaşyên xwe rast bike, û ne jî ji wan hîn dibe da careke din wan dubare neke.
Û Elasimî bal kişand ser ku hewildanên Rusya û rijêma Esed yên bikaranîna fişarê di riya gurkirina leşkerî re berî her bûyereke siyasî, hatiye zanîn û ji tevaya cîhanê re eşkere bûye, û got ku ti çare ji vê yekê derneketine û nejî derdikevin, û çareserî li Sûriyê hîn jî li ser bingeha cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê ye, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî diyar kiribû ku hêzên rijêma Esed û Rusya îro duşemê derdora gundê “Meerblit” li başûrê Idlibê armanc kirin, û di encamê de zilamekî ku di zeviyên çandiniyê de dixebitî birîndar bû, û jinek jî ji encama topbaranê ket kirîzeke derûnî de.
Û Êrîşên asmanî yên Rusya deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê armanc kirin, û yek ji mezintirîn deverên ku bisedhezarên derbideran dihewîne armanc kir, li gel zêdebûna tirsa derbideran ji berfirehkirina rûberê armanckirina van deveran, bi taybetî devera ku bi sedên kapman lê hene.
Û Hêzên Rijêma Esed û Rusya, duh roja yekşemê bi topan gundê “Mentef” li başûrê Idlibê, û gundê “Benîn” û derdora “Merzaf” li gundewarê heman parêzgehê topbaran kirin, lê bêyî ku kes birîndar bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî