Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, tekez kir ku daxwiyaniyên Serokê Şepêla Niştimanî ya Azad Cibran Basîl, berdewamî ne ji daxwiyaniyên wî yên berê re, yên ku pozbilindî û nijadperestiyeke beloq di wan de heye, û tundûtûjî û kîna li dijî penaberên Sûrî peyda dike.
Û Elasimî îro di daxwiyaniyin taybet de got ku haya hemû cîhanê jê heye ku penaberên Sûrî yên li Libnanê ji ber zordariya rijêma Esed û milîsên tawankar yên Hizbullah a terrorist ên hevalbendên Cibran Basil li Libnanê reviyan, û gund û mal û milkên xwe ne ji bo pirojeyên ku tenê di hişê wî wezîrî de hene li şûna xwe hiştine.
Û Elasimî bersiva îdiayên Basîl ên ku di axaftina wî ya li merasîmên rêzgirtina nifşên berxwedana Libnanê de hatine da û got: “Hûn behsa çi pîlangeriya navneteweyî dikin, di dema ku rêjeya malbatên Sûrî yên li Linbnanê yên sûddar ji alîkariyên Netewên Yekbûyî bi rêjeya %15 kêm bûye, di dema ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî nêzîkî 35,000 malbatî ji lîsteya alîkariyên xwarinê û yên diravî derxistine.
Û Elasimî got ku yên ji destpêka çirûska şoreşa azadî û rûmetê de li Sûriyê heta niha bi rijêma Esed re ne, bila ji bîr nekin ku yekemîn aliyên ku berdêla tawankariya vê rijêmê dane Libnan û gelê Libnanê bi xwe ne.
Û ev daxwiyaniya Elasimî piştî daxwiyaniyên nû yên Serokê Şepêla Niştimanî ya Azad Cibran Basîl yên duh pêncşemê hatin, û Basîl tê de gotibû ku komploya navdewletî mana penaberên Sûrî li ser axa Libnanê fînanse dike.
Û Elasimî bang li desthilatdarên Libnanê kir ku bi erkên xwe ji bo pêşîgirtina li xwediyên van axaftinên gurkirina fitneyan rabin, û ji aliyên yasayî û saziyên civaka sivîl xwest ku bi awayekî yasayî di rûyê xwediyên van axaftinên kirêt de yên ku bi şev û roj nakokiyan dixin nav herdû gelên bira de tevbigerin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî