Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, hişyarî da xortên Sûrî yên ku ji hêzên Rijêma Esed cuda bûne, ku sextesozên serokê rijêmê yên derbarê lêborîna giştî ya taybet bi leşkeran ya îro derxistye bawer nekin.
Û Elasimî got ku sozên ku rijêma Esed gelek caran dabûn li ser erdê bi riya kiryarên dezgehên serkutkirinê yên rijêmê derew derketin, û tekez kir ku hê jî alavên girtin û îşkencekirinê li benda girtina Sûriyan in, bi taybetî yên vegeriyane û bi sozên lêborînê hatine xapandin.
Ev jî piştî wê yekê hat ku serokê rijêmê Beşar Esed îro biryareke lêborîna giştî derxist û sê meh muhlet dan leşkerên reviyayî û yên xwe ji ber çavên dewletê dane alî ku xwe radestî wan bikin, û sûdê ji vê biryarê werbigirin.
Û Saziya Lêborînê ya Navdewletî sala bûrî raporek bi sernavê “tu bi lingên xwe diçî mirinê ” derxistibû, û têde amaje bi wê yekê kiribû ku milîsên rijêma Esed welatiyên Sûrî yên ku piştî daxwaza penaberiyê li derveyî welat kiribûn, vegeriyane Sûriyê rastî girtin, windakirin û îşkencekirinê hatin.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirov jî di raporeke xwe de girtina bidehan kesên vegeriyane welat bi mebesta derbaskirina bêhnvedanê li deverên di bin kontirola rijêma Esed de, piştrast kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî