Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî dît ku fişarên rojane û sepandina bacê li ser welatiyên Sûrî li deverên di bin kontirola rijêma Esed de, ne karekî takekesî ye ku hin endamên hêzên ewlekariyê pê radibin, lêbelê ew mîkanîzmek ji mîkanîzmên debara jiyanê ye li bal tevaya amûrên ewlekariyê yên rijêma Esed.
Û Elasimî di daxwiyaniyin taybet de îro got ku rijêma Esed destûra sepandina bertîlstandinê daye amûrên ewlekariyê, û rê dide wan da kiryarên bacstandinê pêk bînin, da ku alîgiriya wan ji rijêmê re berdewam be, û bal kişand ser ku rijêm baş zane ku tiştek mana amûrên gendel li gel rijêmê garantî nake, ji bilî vekirina dergehê gendeliyê, lewra bimebest werîsê endamên ewlekariyê sist dike, da ku li ser bertîl û bacstandinê bijîn.
Û Elasimî got ku rêbendên hêzên ewlekariyê li deverên di bin kontirola rijêma Esed de, bacê li ser tevaya rêwiyan disepînin, û eger endam di daxwazên xwe de bi ser neketin, rêyên astengkirinên normal wek daxistina xelkê sivîl ji otombêlan, an danîna barê erebeyên barkirî an çirandina kelûpelan bi amûrên tûj bi behaneya ku ger li tiştên qedexe bi kar tînin.
Û herdû saziyên Komeleya Azadîxwazên Horan û Giropa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, duh di raporên cuda de, hûrgilî li ser belavbûna vê diyardeyê li parêzgeha Deraa û bajarê Şamê anîbûn ziman, û tekez kiribûn ku endamên wan rêbendan belgeyên paşxistina leşkeriya neçar wek bihaneyê bikar tînin, da ku bacê li ser ciwanan bisepînin.
Tê zanîn ku diyardeya sepandina bacê ne tenê li deverekê ji deverên di bin kontirola rijêmê de pêk tê, lê ew diyardeyeke giştî ye li hemû deverên rijêmê û rola rêbendên ewlekariyê tenê di warê astengkirina jiyana xelkê û sepandina baca darayî bi zora çekan de ye, bêyî ku ew rêbend bi çi roleke erênî rabin, û operasyonên diziyê û revandin û kuştinê kêm bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî