Di dema çavpêketina Hadî Elbera serokê Hevbendiya Niştimanî bi Fîlîb Hamond re wezîrê derve yê Birêtaniya, Elbehra tekez kir ku” çareseriyên parçekirî di çareserkirina rewşa Sûriyê de arîşeyê çareser nakin, berovajî vê çendê, dibe berdewamiya hevrikiyê xurtir bike, ya ku bobelatan bi ser miletê Sûrî de tîne û buhayê wê ji xwîna zarokên xwe didin”, û got ku:” piştgiriya aliyê siyasî û yê leşkerî yên şoreşê, dibe ku bibe fakterek bo guhertinên kartêker di xurtkirina hevrêziyê di navbera wan de, di heman demê de, dibe alîkar bi pirojeyê vegera Hevbendiyê bo hundurê Sûriyê ya ku Hevbendî bo pêkanîna wê di vê qonaxê de kar dike “. di dawiya vê dîdarê de Elbehra amaje kir li ser ” pêwîstiya xistina fişaran li ser rêjîma Esed û hêzên wî bo rawestandina avêtina bermîlên teqîner û kuştarên xwînewî yên li dijî Sivîlan, herwiha pêkanîna fiştaran li ser rêjîmê û hevalbendên wê jibo neçarkirina wan ku berbi çareseriya siyasî werin , wek tekçareyê bo ruhakirina Sûriyayê”, hêjayî gotinê ye ku şanda Hevbendiya Niştimanî bi serokayetiya Hadî Elbehra û Nûra Elemîr cêgira serokê Hevbendiyê bi balyozên dostên gelê Sûrî re dest bi civînan kir, li ser daxwazeka fermî ji Hikûmeta Birêtanî ji Hevbendiyê re.
Jêder: Hevbendî