Serokê Hevbeş yê Komîteya Destorî ya Sûrî, Hadî Elbehra, peywendiyeke telîfonî li gel Nûnerê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê Ger Pederson pêkanî, û pêre behsa dawîtirîn pêşketinên li ser asta pêşveçûna karê Komîteya Destûrî kir.
Û Pederson karînên xwe yên di qonaxa derbasbûyî û niha de derbarê piştgiriya karê Komîteya Destûrî û vexwandina wê ji civata di 24 heyva tebaxê de li cinêvê berçav kir, li gorî xiştekara karan û tiştê li ser li hev hatiye kirin.
Û herdû aliyan di civînê de tekez kir ku gerek civînên rola were erênî bin, û tavaya aliyan kar bikin ji bo qerebokirina dema ku nikaribûn civînan lidarxin ji ber belavbûna Koronayê li seranserî cîhanê.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî tekezî li ser guhdana herdem bi karên Komîteya Destorî kir, herweha li ser amedebûna nûnerên Desteya Danûstandinên Sûrî di Komîtê de ji karê berdewam re bi giyanekî erênî daku armancên komîte jêre ava bûye di demeke kin de bicî werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî