Îro şandeka Hevbendiya nîştimaniya Sûriyê, bi serokatiya Hadî Elbehra serokê Hevbendiyê, serdana waliyê Sûriyan li Tirkiya Fêsel Yelmaz kir li bajarê Xazî Entabê, Hadî Elbehra Sipasiya Walî kir li ser asankariyên yasayî û perwerdeyî yên hikûmeta tirkiya pêşkêşî Sûriyan dikê û got ku:”seknandina bi rûmeta Gelê Tirkiya li aliyê birayên xwe yên Sûrî nîşana ku herdu yek miletin”.
Herwiha Serokê Hevbendiyê amaje bi wê yekê kir ku:” Şaşîtiyên ji bal hindek Sûriyên li Tirkiya derbirînê ji Çanda Civaka Sûrî ya raseqîn nakê, ji ber ku Şaşîtiyên takane ne”.
Ji alîyê xwe ve, Walî dupat kir ku ew xwepêşandanên bûyîn dijî Sûriyan nûnerayetiya helwîsta miletê tirk nakê, ku hindek ciwanan ew kar encamdan û destên veşartî li pey wan hebûn ji encama milmilaneya Siyasî li tirkiya .
Ji alîyê Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya nîştimaniya Sûriyê Nesir ElHerîrî hat tekez kirin ku ” pêdiviya hemahengiyeka hevpar bibê di navbera Hikûmeta Tirkiya û Hevbendiyê jibo sinordarkirina Şaşîtiyên ji bal hindek Sûriyan derdikevin”.
Dîsa di wê çavpêketinê de ElHarîrî da zanîn ku:” Hevbendî di wê baweriyê deye ku ew xwepêşandan nûnerayetî û rengvedanê ji gelê Tirk û helwîstê wî yê rasteqîn nakê, bi tenê karên takane ne”.
Her li ser heman mijarê Nezîr Elhekîm endamê desteya Siyasî yê Hevbendiya nîştimaniya Sûriyê, duhî serdana bajarê Mereş kirbû bi amadebûna Walî Fêsel Yelmaz, ku bi cida çavpêketin bi Walîyê Mereşê û serokê bajêrvaniyê û serokê bazinê asayîşê re pêkanîn. Ku di wan çavpêketinan de rewşa revenda Sûrî li Mereşê hat gotubêj kirin û sedemên azicî û neraziya xelkê bajêr ji diyardeya parsekiyê û gera Sûriyan û zêdebûna pileya tawanan berawerd bi salên bûrî,sererayî ku hindek aliyên siyasî li tirkiya ji bo berjewendiyên xwe ev diyarde bi karanîna û hindek ciwan handan bo vî karî.
Herwiha hemû aliyan tekez kirin ku ew gotgotên li ser revenda Sûrî tên heta di kawdanên asayî de ne hêjaya wek vê reftarê bi wan re bête kirin û herwiha desthatdarên elwlekariyê tekezkirin ku li ser raspardên berêz Walî wê bêhtir parastina deverên Sûrî lê akincî ne wê bikin û wê kar bikin bo xweşkirina rewş û gozariya hindek xêzanan.
(Jêder: Hevbendî)