• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 31 January , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elbehra Şiroveyekê li Pêşiya Desteya Siyasî Derbarê Civîna 18an ya Encumena Rêvebirina Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê û Civata 32yan ya Komîteya Rêvebirina wê Pêşkêş Dike

December 23, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Elbehra Şiroveyekê li Pêşiya Desteya Siyasî Derbarê Civîna 18an ya Encumena Rêvebirina Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê û Civata 32yan ya Komîteya Rêvebirina wê Pêşkêş Dike

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra Nûnerê Hevbendiyê di Sendoqa Qerzdana bo Nûavakirina Sûriyê de û Serokê Encumena Rêvebiriya wê li pêşiya Desteya Siyasî li ser civîna heşdemîn ya Encumena Rêvebir ya Sindoqa Qerzdanê û civîna 32 ya Komîteya Rêvebirina wê yên ku di herdû rojên 13 û 14 ji heyva niha de li Kuwêtê hatiye li dar ketin pêşkêş kir.

Û Elbehra diyar kir ku di civîna hejdehemîn ya Desteya Rêveber de, Komara Federal ya Elmanya alîkariya xwe ya nû 10 mîlyon Euro ragihand, yên ku ji bo piştgirîkirina xebatên sindoqê di sektorên ewlehiya xurek û çandiniyê de li seranserî bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê terxan kir, Her wiha Japonya jî 5,9 milyon Euro bexş kir.

û endamên Komîteya Rêvebir di civîna xwe de 32 projeyên “Piştgiriya pez li parêzgeha Reqayê – Qonaxa Duyemîn” bi budceya giştî 1.84 milyon Euro pesend kirin, û bûdceya giştî ya projeyên pejirandî ji aliyê Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê ve gihişte 229,56 milyon Euro, wekî din jî Komîteya Birêveberiyê dirêjkirina heyama erka Sendoqê du salên din pejirand.

Û Elbehra tekez kir ku ev mûçe dê derfetê bide Sindoqê ku projeyan li bakur-rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê cîbicî bike, ew pirojeyên girêdayî dabînkirina elektrîkê bi rêyên enerjiya berdêl in, ku ya herî girîng enerjiya rojê ye, ji bo nexweşxane û navendên bijîşkî, û tiştên ku ji wîstgehên enerjiya rojê bo navendên pompekirina avê hatine bicihkirin, û sererastkirina toreyên enerjiyê û toreyên kanalîzasyonê li çend deveran li bakurê Sûriyê, û nûavakirina bi dehan dibistanan, her weha piştgirîkirina komeleyên hevkarî yên çandiniyê nemaze yên ku di çandina genim û keskahiyê û xwedîkirina ajalên kedî de dixebitin, û pirojeyên piştevaniya aş û nanpêjxaneyên otomatîkî yên ku pêdiviyên xwarinê bo welatiyan dabîn dikin.

Û Elbehra bal kişand ser wê yekê ku gelek encamên sereke ku di nav de modela mantiqî û çarçoveya encamên baştirkirî yên ku komek nîşangiran li ser asta Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê hatin pejirandin, û bûdceya karkirinê ya sala 2023an vedihewîne, her weha tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina berdewam di çarçoveya stratejiya sektora tenduristiyê de.

Û Yekîneya Rêvebiriyê pêşhatên herî dawî derbarê dayîna Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê di sala 2022an de derbarê pirojeyên ku sindoqê ji destpêka damezrandina wê de cîbicîkirina wê fînanse dike, pêşkêş kir, ya ku herî zêde bû ji dema damezrandina Sindoqê ve, di heman demê de kêmbûna berçav di lêçûna giştî de ya sala sêyem li pey hev, tevî ku lêçûna giştî ya îsal ji %11 kêmtir e.

Û bi saya alîkariyên nû Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê serkêşiya sendoqên qerzdanê yên dî bi giştî 326 milyon Euro ji tevaya dewletên bexşkar yên ku hejmara wan digeh 12 yan.

Û  rêkeftina çarçovê ji bo damezrandina Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê di 2ê Îlona 2013an de bi beşdariya sê xêrxwazên sereke hat encamdan, ew jî: Komara Federal ya Almanya, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Amerîka ve, li gel Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê û Banka Geşepêdanê ya Almanî (KfW) wek li xwe girtiyekî, û Danîmark di heman rojê de tevlî peymana çarçoveyê bû, û Siwêd û Fînlandiya di Cotmeha 2013 de, û piştre Japon di Sibata 2014 de, Birêtaniya di Adara 2014 de, û dewleta Kuweytê di Gulana 2014 de, û Fransa di Hezîrana 2014 de, û Italyta di Tîrmeha 2014 de, û Holenda di berfanbara 2014an de, û di Hezîran 2014an de Tirkiye jî wek endameke herdem tevlî Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê bû, û Tirkiyê bû beşek ji pergalê wê ya rêvebir wek welatekî mêvandar bo Rêveberiya Cîbicîkar a Sindoqê, û di Mijdara 2015an de Urdun jî wekî endamekî herdem beşdarî Sendoqê bû, û bû beşek ji pergalê rêveberiya wê wekî welatê duyemîn ku mêvandariya rêveberiya cîbicîkar ya Sendoqê dike.

Û Encumena Birêvebir berpisyariya danîna stratejîk û siyasetên giştî yên Sindoqê û çavdêriya wê ya giştî dike, û Encumena Rêvebir ji endamên bexşan û Komara Tirkiyeyê, Urdunê û yê li xwe girtiye (KfW) û Yekîneya Birêvebiriya (MU) pêk tê, û nûnerê Hevbendiya Niştimanî Serokatiya Encumen dike, û Encumena Birêvebir her şeş heyvan carekê dicive, da ku çavdêrî û nirxandina pêşîneyên Sendoqê bike û pesend bike û pêşnyarên stratejîk pêşkêş bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.