Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, got ku “Heleb rûpelên rûmetê dinivîsîne”, bi mebesta cenga ko şoreşgeran doh ji bo rakirina dorpêç ji ser taxên rojhilat û bidawîkirina dagîrkeriya rêjîma Esed ragihandin.
Elebde bêtir got ko “Zilamên Helebê yên qehreman di destaneke mezin de ne, ji bo rizgarkirinê û rakirina dorpêçê, dijî dijminên şaristaniyê. Azadîxwazên cîhanê bi we re ne.”
Artêşa Sûrî ya azad, xwe ji qonaxa duyem ya “Dastana Helebê Ya Mezin” re amade dikin, û doh pêşkeftineke lezgîn dijî hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperet yên bi ser ve û bi piştgiriya firokên Rûsî encam dan.
Artêşa Sûrî ya azad doh “Dahiyet Elesed” kontrol kirin, û gihane ser sînorê Ekadîmiya Leşkerî ya ko weke mezintirîn û bihêztirîn kelehên rêjîmê li herêmê tê naskirin, her wiha gelek cihên din kontrol kirine, wek “Fabrîka Kartonan û Menaşîr Minyan û Dahiyet Elesed û bîst parçe-avahiyên projeyê 1070 şiqe.”
“Ceyş Elfetih” ragihand ko wê deh endam ji milîtanên “Elnuceba” yên bi ser Elheşid Elşebî ve hêsîr kirine, di şerên ko li hindirê Dahiyet Elesed rojavayê Helebê çêbûne. Û di şerên aniyên bajar û gundewarê wî bidehan hatine kuştin. Şoreşgeran ji sivîlên ko di herêmên bin kontrola rêjîmê de ne xwest ku ji bargehên rêjîmê û navendên leşkerî dûr bikevin tako nekevin bin derbên wan û parastî bin.
Çalakvanan ragihand ko şoreşger cihên xwe li herêmên ko kontrol kirine asê dikin, û di operasiyonên leşkerî de lidijî rêjîmê û hêzên wê li tewera pirojeyê 3000 şiqe berdewam in.
Jêder: Hevbendî