Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, diyar kir ko giring e bangeke Navnetewî ji bo rizgarkirina sivîlên Sûriyê bête dan, û ew bang bi piştgiriya desthilatdariyên Dewletên hevalên gelê Sûrî be, piştî ji her kesî re hate diyarkirin ko Encûmena Ewlekariyê bûye alavek ji bo berevaniya kujer û tawankaran.
Elebde di hevdîtinekê bi rojnama Elriyad di hejmara îro çarşemê de, rola Siûdiyê di piştgiriya miletê Sûrî û Şoreşa wî de, ya ji bo azadî û rûmetê bilind nirxand. Û destnîşan kir ko helwesta Erebstana Siûdî hêja û diyar û bihêz bû, li der barê herdu biryarên hatin pêşinyarkirin, û ji “Vîtoya” Rûsî, û her wiha ji helwesta Misrî ya ji nerîna Erebî ya giştî derket. Bêtir got: “em herdem pişta xwe bi piştgiriya Siûdiyê û şarezabûna wê der barê kêşeya gelê Sûrî xurt dikin”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kêşan ser ko gerek desthilatdarên Dewletên Dost, giringiyek mezin bidin rewşa Sûriyê, û kar bikin da êrîşên hovane yên ko Rêjîma Esed û hevalbendên wê dibin ser miletê Sûrî rawestînin, û ew kesên li Helebê sax mane, û li Sûriyê tevî rizgar bikin.
Û destnîşan kir ko civîna dawî ya Encûmena Ewlekariyê da xuyakirin ko nûner û piştgir û parêzvanên tawankarên cengê di Encûmenê de hene, û bi bêşermî berevaniya tawanên cengê dikin.
Elebde bêtir got”pênc salan Civaka Navdewletî Vîtoya Rûsî ji xwe re kir behane, da sivîlan neparêze. Ev nema tête pejirandin û divê nema berdewam bibe. Nuha alternatîva wê heye li pêşberî her kesê ko bixwaze tawankariyên cengê rawestîne, û çare ew e berê xwe bide Komelgeha Giştî Ya Netewên Yekbûyî û biryareke tund derxînin.”
Û gotina xwe wisa bidawî kir: “mijar ne tenê keserkişandin e li ser tiştên ko li Encûmena Ewlekariyê çêdibin, lê belê gerek miletên cîhanê bilez tevbigerin tako zarokên Sûriyê ji vê kambaxiya nêzî şeş salan ve berdewam e rizgar bikin. Hem kar ji bo piştgiriya daxwazên milet di aştî û azadî û dîmuqratiyê de bi hemû karînên rewa bikin.”
Jêder: Hevcbendî