Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde serdana rêkxistina “Sened” ya kêmendaman kir, di serdanê de cîgira serok Dîma Mûsa digel bû, bi berpirsiyarê rêkxistinê re giringtirîn pêdivî û aloziyên têne pêşberî wan tako karên xwe yên mirovî beraber bi hezarên kesên kêmenam pêk bînin.
Elebde tekez kir ko rêjîma Esed berpirsê birîndarbûn û kêmendamiya bi sedhezaran sivîl e, bi sedema operasiyonên leşkerî û operasiyonên bombebarana bêserûber ko gehaye herêmên niştecihan û bargehên giştî, ji bo şoreşa Sûriyê rawestîne û şoreşgeran bi kotekî neçarî sernixûziyê bike.
Elebde daxwaz kir ko karê alava navdewletî aktîv bibe ji bo tawankarên cengê yên Sûriyê têke ber lêpirsînê û dosya Sûrî bo dadgeha tawankariyên navdewletî bişîne, û vekolînan bi dîdevaniya yên ko birîndar û kêmendam bûne dabîn bike.
Elebde ji rêkxistinên navdewletî û aliyên piştgiriyê dikin daxwaz kir ko piştgiriya birîndaran bikin û rewşa wan baş bikin da vegerin jiyana xwe ya normal, û destnîşan kir ko Hevbendiya Niştimanî dê kar bike ko li her beşdarbûnên siyasî cihê wan hebe.
Elebde rola giring ya ko rêkxistina “Sened” û rêkxistinên din yên mirovî yên alîkariya xwedan pêdiviyên taybet dikin, bal kêşand ser ko bêtir ji milyon derblêketî bê guhdana bijîşkî ne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî