Di dema ku hêzên rijêma Esed û Rûsiya êrîşên xwe pir dikin li ser Heleb û Idlib û Himusê, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Elebide, hin daxwaz ji rêveberiya nû ya Amerîka re pêşkêş kirin, û herwiha daxwaza vekişandina hemû çekdarên Libnanî ji Sûriyê kir. û daxwaza lihevkirinek nû ji bo parastina sivîlan ji civaka navdewletî kir.
Îro û di kongirekî rojnamevanî de, behsa pêşhatên meydanî li Heleb û Idlib û Himusê û dawîtirîn pêşhatên siyasî yên girêdayî bi rewşa Sûriyê kir, û daxwaza kişandina danpêdana bi rewatiya nûnertiya hikûmeta Esed ya li bal Amerîka ji Tramp kir, û daxwaza piştgiriyê kir ji bo standina heman biryaran ji aliyê hikûmetên Birêtaniya û Firinsa û dewletên din ve, her weha daxwaza xistina milîsên mezhebperist û yên sînorbir, yên ji Îran û Îraq û Efxanistan û Libnanê hatine, di nav lîsteya hikûmeta Amerîkî ya rêxistinên terorîst de kir.
Ele’bide daxwaza aktîvkirina cêbicêkirina navçeyek dijefirîn an jî navçeyek parastî ji bombebarankirinê kir, li deverên têne rizgarkirin ji dest rêxistina DAIŞê, û daxwaza qedexekirina armanckirina sivîlan û bombebarankirina navçeyên rizgarkirî kir.
Herwiha daxwaz ji rêveberiya nû ya Amerîka kir ku dubare tişta li sûriyê dibe berçav bike, û hebûna milîsên mezhebperist bi nerewa pesind bike, û dûvçûna doseya tawankarên şer bi hemû alavên berdest û yasayî li ser asta niştimanî û navdewletî bike.
Û derbarê fayîlê girtiyan, Elebide tekez kir ku biryara 2254 ya piroseya siyasî li ser sê fayîlan hat avakirin: rawestandina karên dijminkarî û navçeyên dorpêçkirî, û fayîlê girtiyan, û bal kişand ku heta niha ti pêşketin di vî fayîlî de çênebûye, û ji dewletên çavdêr ji vê biryarê re û piroseya siyasî re tê xwestin ku kar bikin ji bo peydakirina pêşketenekê di vî fayîlî de.
Serokê Hevbendiyê diyar kir ku di heyamê deh rojên bûrî de ew bi serdana çend dewletan rabibû, û ji Siwêsra destpê kiribû, û di serdana xwe de şanderê navdewletî Sitîvan Dî Mostora dît, û paşî serdana Ordinê û Almaniya û Keneda kir, û bal kişand ku wê dusibe ligel berpirsa siyasetên derve ya Yekîtiyê Ewropa Fidrîka Morgînî bicive, bi armanca tiştê ku li Sûriyê dibe ji cîhanê re bêje, û herwiha daxwaza pêwîstiya hebûna stratîjiyek nû bo parastina sivîlan û piştevaniya pirojeyên hikûmeta demkî di biyavên perwerde û saxlemiyê û xizmetgozariyên serekî de kir.
Ele’bide komkara Erebî û NY han dan ji bo pirotistokirina kiryarên milîsên Hizibulaha terorîst yên li Qisêr li gundewarê Himusê dibin, ji ber ku ew destdirêjiyek leşkerî ye, û daxwaza vekişandina hemû hêzên Libnanî yên li Sûriyê şer dikin ji Serokê nû yê Libnanî kir û got ku em “wek hêzek şoreşger û herwiha wek rikberî ji berî niha em ligel daxwaza gelê Libnanê ya vekişandina artêşa Sûriyê ji Libnanê rawestiyan, û niha ji hemû hêzên Libnanê tê xwestin ligel miletê Sûriyê rawestin “.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê