Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Ele’bide, di riya pêwendeyeke telefonî re ligel serokê komîta lêkolînan ya navdewletî ya serbixwe Pawlo Bînîro, behsa bûyera komelkujiya li Xan Şîxon li Idlibê kir, ya bi destê hêzên Rijêmê û bi bikaranîna çekên kîmyayî hatî pêkanîn.
Herdu aliyan behsa karînên komîteyê kirin ji bo pêkanîna lêkolînek navdewletî ya bilez derbarê komelkujiya îro rûdaye, ku ligor rêveberiya saxlemiya Idlibê 100 kes şehîd ketine, 25 zarok û 15 jin di nav wan de hene, û tevî birîndarbûna 400 kesên din.
Berpirsa siyeseta derve ya Yekîtiya Ewropî Fîdîrîka Mogîrînî tekez kir ku rijêma Esed berpirsyar e di ber wan êrîşên kîmyayî de, hevdem Firinsa ji aliyê xwe daxwaza lidarxistina civîneke awarte ya Encûmena asayîşê kir ji bo gengeşekirina vê êrîşa kîmyayî.
Û serokê berevaniya sivîl ya Sûrî diyar kir ku tîmên wê hêjî berdewam in di karê xwe de ji bo lêgerîn û hawarçûnê li cihê bûyerê, û serokê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan di pêwendiyekê de ligel hevkûfê xwe yê Rûsî Filadînêr Potîn, ev komlekujî wek gefekê li ser civînên “Astana” dît.
Hêjayê gotinê ye ku komîta navdewletî raportek belav kiribû û têde berpirdyaretiya Rijêmê di encamdana çend êrîşên kîmyayî de yên li dijî sivîlên Sûriyê tekez kiribû, û tê zanîn ku ji aliyê Rûsiya û Çînê pirojebiryarek ji bo dadgehkirina Rijêmê li ser encamên raportê di hindur encûmena asayîşê de hat pûçkirin.
Bajarê Xan Şêxûn dikeve li gundewarê başûrê Idlibê û bi tevahî dibin kontrola artêşa azad de ye, û têde 100 hezar kes û 12 hezar koçber dijîn, û rojane ji aliyê firokên şer yên hêzên Rijêmê û Rûsiya tê bombebarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî